Nivîsar

Kê Leyla bêdeng kirîbû???

Partî û kurdên niha agir ji devê wan difûrin, çima heta niha bêdeng bûn???  Ev ji keraseteke civata têk çûyî ye….!

Bûbê Eser

Li bakurê Kurdistanê mirov dikare bi rehetî bêje ku Kurd têk çûne.Ji ber ku li ba piraniya partiyên me yên siyasî pêvan, helwest û tevgerên ji dil nema ye. Hin pir baş dikin û dizanin ku çi dikin. Ji ber ku berjewendiyên xwe û partiyên xwe difikirin, gelek karên ne li rê dikin. 

Her weha yên cidî, durust karê rêxistinî û partiya xwe dikin hene. Ji ber ku kesên weha piraniya wan di warê aborî de qels in, loma deng û helwestên wan zêde xuya nabe an nayên bihîstin. Ji ber vê ye ku li bakurê Kurdistanê û di siiyaseta Kurdistanî de jî biîstîqrarî zêde ye. Ango herkes li gor pereyên xwe diaxivin…

Em hemî dizanin ku ev zêdeyî pênc salan e ku pkk Leyla Zana bêdeng kiribûn. Lê tu partî, rêxistin, sexs û şexsiyetan li hember vê, dengên xwe dernexistibûn. Rojekê negotin Leylayê li ku ye. Lê li hember çend faşîst û nexweşên fotbolê ku çend gotinên xerab bi kar anîn. Gelek kurd rabûn ser nigan. Tiştekî baş jî kirin. Lê mixabin, dîroka xwe û ya Leylayê ji bîr kirin.

Ne bawerim ku ew bûyer jixweber pêk hatibû. Di virde lîstik hene divê kurd vê bibînin. Li gor vê lîstikê bêdeng nemînin û do jî ji bîr nekin û sibê jî dê çi pêk bê bibînin. Bibînin û bizanibin dikarin ji nûde Leylayê derxin pîyasê ku hin karên nîvçû mabûn bi saya wê pêk bînin.

Ji ber ku Leylayê him jineke û him jî pkk baş propaganda wê kiribû ku ew di nava gel de bê hezkirin da ku rojekê karê xwe yên ne di berjewendiya kurdan de temam nekiribûn, pê bidin temamkirin.

Pêwîste ku ev lîstika nû ya Dewlet û Evdila bê zanîn ku wê li dû vê çi bê. Li gor min bêdengkirina Leylayê ya ji aliyê pkk ji ya çend gotinên serseriyên nexweşê fotbolê mezintir bû. Tu partî û kesan rojekê behsa vê nekirin. Lê niha çima rabûn ser nigan, min ev fêm nekir.

Partî û kurdên niha agir ji devê wan difûrin, çima heta niha bêdeng bûn???  Ev ji keraseteke civata têk çûyî ye. Heger van canik û camêrana ji roja rojde xwediyê xwe û vê helwestê bana. Rabûna wan ya li ser tapanê jî dê bihate qebûlkirin.

Leylayê jinike kurd ya ne xwendaye. Ne zana û ne têgihiştî ye. Rê û rêbazan nizane. Teorî û zanistiya wê tune ye. Pkk ew li hember xalê Mehdî Zana bi kar anînin, bilindkirin. Dûre bêdeng kirin. Niha jî dixwazin li ser navê wê, lîstikên nû pêk bînin… 

Bayekî gûr ji kîjan alî de bê Leylayê li ber wî bikeve. Lê divê partiyên me yên siyasî, xwe di şexsiyeta bê şexsiyetan de xwe bê sexsiyet nekirina û şexsiyeta partiyên xwe parastibana û xwe kêm nekirina.

Ji ber ku sibê dê Leylayê çi bike ne diyar e. Li gor min ew ê jî avê bikşîna ser vê pêvajoya ku dixwazin kurdan tune bikin. Ji ber ku ev pêvajo ya Evdila û Dewletê ye ku dixwazin kurd bê maf bimînin.

Heyfa min li vê yekê tê ku bi wan partî û sexsên daxuyaniyî û helwestên xwe bi eşkere ev bûyer protesto kirin. Lê çima heta niha ji bêbengiya Leylayê ya ku pkk pê da bû kirinê protesto nekirine? 

Protesto jî rûmet û qîmeteke wê heye. Partiyên Kurdistanî divê vê qîmetê bizanibin. Ew jî weke Leylayê xwe bi ber her bayî nexin.

Baweriya min ew e ku tu karê zêde paratiyên me yên siyasî pêve rabe, nema ye. Loma jî di her bûyer û kiryarê de protestoyên wan pesinkirinên wan hazir e. Weke mohrekê di destê wan de ye. Hema li ku tiştek bibe wê lêdixin ango mohr dikin.

Bi ser vî halî de jî kes nema diwêrin yek partiyekê rexne bike. Li hemberî rexneyên rewşenbîran dibin yek. Lê ji bona yekitî û avakirina eniyeke neteweyî ji hev dûr in.

Back to top button