Kî xizmetê dike, Kî dixwe û kîne yên temaşe dikin???

Ji bona xurtbûn û bi hêzbûna partiyekê, divê rêvebir zana, jêhatî, çalak û xwedî zanyarên dema nû û ya kevn bin..

Bûbê Eser
Avakirina partiyeke siyasî bi hatina çend kesên weke hev difikirin, ava dibe. Ji bona xurtbûn û rêvebiriyek baş, li kesên zîrek, wêrek û jêhatî, tê gerandin û dîtin ku rêvebiriya partiyê, bibe cihê baweriyê.
Rêvebirên zîrek, bi gotin û kiryarên xwe, bi propaganda û çalakiyên xwe, bi belavkirina dîtina partiya xwe ku wan bi civatê dide nasîn. Kesên ku ev sifat pêre tune be divê nebe berpirs.
Yên zîrek û jêhatî hemaliya partiya xwe dike. Barê giran dide ser pişta xwe. Wî barî ji cihekî dibin cihekî da ku endamên xwe fêrî hilgirtina barê ketî bike. Lome û gazinan ji endaman nake, her bi karê xwe ve mijûl in. Ji kê çi hat wê dikin.
Kesên wêrek, bi wê cesaret û wêrekiya xwe, bê tirs, li ser fikir û ramanên partiya xwe dinivîsînin. Bi saya şiroveyên xwe, nerîna xwe bi ya partiya xwe re dike yek û belav dike. Rêvebir divê bê tirsbin ku nerîna partiya xwe li gel nerîna xwe belav bikin. Tenê parvekirina nerîna partiyê ne karê rêvebiran e.
Di partiyeke siyasî de hebûna kesên zîrek û jêhatî girîng e. Dema rêvebirên partiyek siyasî ji kesên weha pêk bê, hûn bawer bin, ew partî dê rojekê bi serbikeve.
Lê, heger rêvebir tirsonek bin, di fikir û ramanên xwe de ne bîrewir bin. Wê partiyê bi fikir û ramanên kevn bifetisînin. Her weha wê rê li pêşiya kesên ji wan zanetirin jî venekin. Weke rewşa partiyên me yên bakurê kurdistanê ya niha.
Rêvebirên ku nikaribin, bi nivîs û gotinên xwe, fikir û ramanên partiya xwe, bi nivîsên xwe, li gor bawerî û fikra xwe geş bikin, wana ne rêvebir, rêbir in. Ji ber vê, kesên weha tim li hember yekitiyan in.
Rewşa partiyên me yên siyasî îro di vî halî de ne. Loma jî pêşketin çênabe. Roj bi roj wendekarin pêk tê. Baweriya kesên çalak, ji ber bêdengî û bê helwestiya hin rêvebirên xwe ku nanivîsînin, acizin. Ji ber tirs û bêdengiya wan, helwest û bê îstîqrariiya wan ya xebatê, qels dibe. Bi vê jî herku dihare partî jî qels dibe û bi pêşnake. Ji ber vê jî, ji her çend salekê partî dikeve nava lêgerîneke nû. Helbet ew ne çareserî ye, lê ne karekî xerab be jî.
Partiyên ku îro li ser pişta çend kesan bimeşe, wê roj bê ew camêr û canikana jî biwestin. Ji bona xurtbûn û bi hêzbûna partiyekê, divê rêvebir zana, jêhatî, çalak û xwedî zanyarên dema nû û ya kevn bin. Yanî rêvebir divê xweş bîn û hilmfireh û ne nexweş bin…
Ji bona kes bibin rêvebir, divê li raberdû û pirêza wan bê nerîn. Di jiyana xwe ya siyasî de çi kiribûn û niha dê çi bikin, bê zanîn. Rêvebir bi serê xwe ji bona partiyek bixwazî kar bike girîng e. Nabe ku rêvebirên partiyê nefsî û fizîkî nexweş bin.
Rêvebirên salmezin û nexweş, asabîne ango zû hêrs dibin. Di gengeşî û di munaqeşeyekê de weke wan nebe, hêrs dibin. Tansiyona wan û şekirê wan bilind dibe. Di rewşên weha de, ya li nexweşxanê ne, ya jî bo rehetiyê, me re wan dibe mala wan ku îstîrehet bike. Bi kesên weha nexweş jî rêvebirî nabe.
Rewşa rêvebirên ciwan ne wehaye. Karin bi saetan mirovan guhdarî bikin, li hember şaşî û kêmaniyan bê deng namînin. Kêmanî û şaşiyên mirov didin rûyê me re ku ev jî baş e. Bi saya vê rastî peyde dibe.
Çareserî ew e ku salmezinên her yek ji wan bi çend nexweşiyane, dibê nebin serok û rêvebirên partiyan. Dikarin li mala xwe rûnên, ji bona partiya xwe karê şêwirmendiyê bikin.
Tecrube û zanînên xwe bidin ciwanan. Di rewşên weha de wê him partî bi pêşkeve û wê him jî dilê salmezinên bi çend nexweşiyanin ji hev nemîne. Bi saya vê yekê jî wê salmezin ji hev nexeyîdin. Ji ber ku îro piraniya salmezinên modela 1970-80ê, ne li hev in. Di yek rêxistinê de ne jî, lê dîsa jî ji hev heznakin. Weke ji hev hez dikin, rê didin…
Gelo hûn qet bûne şahêde du salmezinên her yek bi çend nexweşiyanin ku bi hevre di navbera xwe û hinên dinde munaqeşeyên bi rêk û pêk kirine? Ne bawerim. Kesên weha piştî munaqeşeyên nava wan, ya ji hev dixeyidin û êdî bi hevre jî qise nakin. Ya jî çend rojan li nexweşxanê radizên.
Ji bona ku vana nebin, divê salmezinên ku her yek bi çend nexweşiyane, nebin rêvebir. Dema dibin jî, ji fêdê bêtir zerarê didin tevgera xwe bê ku haya wan ji vê hebin.
Sedemeke din jî em kesên modela salên 1970-80 fêrî xebatên îllegal bûne. Di îllelitêde jî tenê emîrdayîn hebû. Munaqeşe û gengeşe tune bû. Rêvebiran emir dida û endaman jî bê qeyd û şert ew dianîn cih. Lê şert û mercên îro ne ew in. Loma jî tim nelihevkirinek peyde dibe ku heta mirov ji hev vediqetin.
Rêya rast û durust ew e ku kesên bi çend nexweşiyanin nebin rêvebir. Ji bona peyde kirina ciwanan divê sal mezin bi xwe hewl bidin ku zarok û hebiyên xwe bikin endamên partiya xwe.
Yên nikaribin zarok û nebiyekî xwe bike endamê partiya xwe, wê çawa welatekî weke Kurdistanê azad bikin û zarokên xelkê bikin endam???


