Du pirsên girîng ji Ocalan hatin kirin

Parlementerek ji Ak partiyê, yek ji MHPê û yek jî ji DEMê li ser navê Komisyona Parlementoyê serdana Îmralî kirin û li gel Ocalan hevdêtinek pêkanîn. Li ser naveroka civînê gelek gotin têne kirin. Lê heta niha tenê dibêjin hevdîtinek serkevtî bûye û dê pêvajoyê pêşve bibe. Wek din tu hûrgiliyên hevdîtinê nehatine ragihandin.
Rojnemevan û parlementerê berê yê AK Partiyê Şamil Tayar di daxûyaniyeka xwe de dibêje ku, Di hevdîtinê de parlementera DEMê xwestiye ku weneyek li gel Ocalan bê girtin, lê ev daxwazîya wê nehatiye qebûl kirin. Li gora Tayar dibêje hevdîtin bi vîdeoyekî hatiye tomarkirin.
Herweha Tayar dibêje ku , du pirsên bingehîn ji Ocalan hatine kirin.
- Pkkê biryara ku xwe fesih bike û ji dev çekan berdê hate dayîn. Lê ev di pratikê de awayê pêwist pêknayê sedemên vê çine?
- Ji bo çi li Suriye pirsgirêka HSDê nayê çareserkirin?
Ocalan bersiva xwe de gotiye: Emê pirsgirêka HSDê jî di nav de , hemû astengên di rêya pêvajoyê de ji holê rakin. Lê ji bo van hemûyan nexşerêyek heye, ez niha berfireh behsa naveroka vê nexşerêyê nekim baştir e.


