Nivîsar

Çûyîna Îmraliyê û helwesta partiyên me

Heyfa min li wê yekê tê ku hin partiyên me yên Kurdistanî ku şûr simbilê wan nabire. Dema tu rexneyekê li wan digire, bi gûzanan (cilêt) rûyê te diqelîşên. Mixabin bêdeng in.

Bûbê Eser

Di roja 21-11-2025an komîsyona ji bona bêdengkirina kurdan ku hatibû damezrandin, bi dengê piranî (AKP-DEM,MHP) biryar girtin ku herin îmraliyê da ku Evdila guhdarî bikin. Li gor min rastî ne ev e. Ji xwe dewletê çi demê xwestiye û bixwazî dikarin wî guhdarî bike. Heta niha jî weha bû ye.

 Ya rastî, eslê çûyinê ne ev e.  Bi seredana Evdila, di warê fermî de wî dikin serokê kurdên bakurê Kurdistanê. Ji bona ku hevdîtinên di navneteweyî de wê tenha ew weke muxatab bê dîtin û qebûlkirinê. Weke Diyab Axayê Lozana yekem. Ji xwe Evdila çi dixwaze diyar e. Yanî Lozana dudan, kurdan bi zincîrên qalind girê dide ku ne heta sed salan û bêtir jî zehmete ku ew zincîrana bêne qetandin. Aha Lozana dudan ku em behsa wê dikin ev e.

Her me çend rewşenbîr û nivîskaran ev nivîsîn û xwestin bala partiyên xwe yên siyasî û gelê xwe bikşînin. Lê gelekan tinaz û henekên xwe kirin ku êdî tu Lozana dudan çê nebe. Rast e dibe ku nav nebe Lozan, lê ji Lozanê bêtir peyman dê çê bibin. Piştî wê jî êdî em ê bi tepikan bi xwe bikevin. Wê êdî dê dem derbas bû be.

Heyfa min li wê yekê tê ku hin partiyên me yên Kurdistanî ku şûr simbilê wan nabire. Dema tu rexneyekê li wan digire, bi gûzanan (cilêt) rûyê te diqelîşên. Mixabin bêdeng in. Zeîf, bêqawet û bê hêz in. Ji nava çar dîwaran nikarin û newêrin derkevin. Nikarin ji xelkên xwe re bijên ku ev tiştên dibin û diqewimin, ji bona bêdengkirina kurdan ya heta hetayê û serînerakirina wan e.

Li gor min malwêraniya mezin ev e. Ji dêlva êdî partiyên me yên siyasî bi şexs û rewşenbîrên rexnegir re mijûl bibin, divê zûtirîn demê li gel kêmanî û zêdeyîyên xwe hevdu qebûl bikin. Li gor min çaraseriya vê ew e ku zûtirîn demê li gel hemî beşên civatê eniyek kurdistanî ragihînin. Ji bilî vê tu karê bêne kirin tuneye. Hûn li gel miletê xwe xelas dibin. Mixabin hê jî hin bi dû mezinehayî ketine. Hê jî belawela ne. Hê jî hûn ne xwedî hêzekêne ku li hember Lozana dudan bikaribin rawestenin.

We hinan giraniya xwe dana tehdîtkirina rewşenbîrên ku we rexne dikin. Rastiya gel û çareseriya wê dinivîsînin. Partiyên bi armanca azadiya Kurdistanê rabûne divê ji rexneyan netirsin. Lê mixabin hin partî û serokên wan weke cinên ji hesin bitirsin, ji rexneyan ditirsin. Loma dibêjim, dev ji tirsê berdin, xwedî li rewşenbîr û nivîskarên xwe derkevin. Nerîn û ditinên wan guhdarî bikin. Gelo di rêvebiriya piraniya partiyên me yên Kurdistanî de çend nivîskarên zîrek , rexnegir û xwedî helwestên neteweyî hene?

Partî û rêxistinên me, dibînin ku bi dehan kurtîlxwarên nivîskar di nava pkk/DEMê de hene. Ji Evdila bêtir ew xeta teslîmbûnê weke girtina mafan bi gel didin qebûlkirinê. Lê mixabin partiyên me jî bi nivîskarên xwe mijûlin ku divê weke xeta partiyê tenê bi nivîskarên xwe bidin nivîsandinê. Ya jî bêdeng bin.

Em li alîkî li dij sîstema murîdiyê ne, ji alîkî de ji bona nivîskarê min, ji xeta partiyê derketiye, bi saya kesên ne di zanabûna wan dene, dişînin ser serê wan da ku bê deng bin û êdî nenivîsînin. Lê fêm nakin ku îro ji her demê bêtir divê bê nivîsîn. Girîngiya nivîskar û nivîsan îro lazim û pêwîst e. Heger di civatekê de dengê nivîskarên neteweyî û yên bedeldane bê rawestandin, hûn bizanibin ew civat û partiyên bi azadiya wê ve rabûne, dê pêş nekevin.

Heger di civatekê de nivîskar nikaribin an ji tirsa partiya xwe newêribin bi rehetî binivîsînin, wê rewş û halê me jî ev be ku wê her tişt li gor daxwaza Evdila bimeşe. Daxwaza wî jî, xurtkirina komara tirkiyê û beşdarbûna civata kurd ya bê qeyd û şert ketina nava wê ye.

Sedema çûyina heyeta Îmraliyê tunebûna kurdan û bê maf li tirkiyê jiyana wan e. Yanî mafekî kurdan heye ku li tirkiyê bijîn, ew jî koletî û xulamtiya tirkan kirin e.

Ji ber vê sedemê ye ku diqîrîm, dikim gazî û hawar ku rojekê berî rojekê divê partiyên me yekitiya nava mala xwe pêk bînin. Bi saya yekitiyeke weha dê mafê gelê me bê parastin. Bi yekitiyeke weha dê em ê jî weke muxatabê gelê xwe li bakurê Kurdistanê bêne nasîn û zanîn.

Bi saya yekitiyeke girseyî û neteweyî kurdên bakurê Kurdistanê wê li ser navê gelê xwe bikaribin, beşdarî konferans û civînên navneteweyî jî bibin. Heger vê nekin wê li ser navê gelê kurd DEM di hemiyan de beşdarî bikin da ku kurd nebin xwedî tu tiştekî.

Ji ber hewldan û berxwedana serokê PWK rêzdar Mustafa Ozçelîk wî pîroz dikim ku kar û xebatên wî yên niha bêtir ew e ku yekitiya nava mala  kurd pêk bîne. Loma girîng, pêwîst û zarûrî ye ku em her yek ji me jî ji vê cahd, xebat û hewldana rêzdar re bibin alîkar. Divê em jî bêtirs binivîsînin da ku hêza wî, piştî wî jî xurt be. Heger em jî bi nivîs, gotin, şirove û bi helwesta xwe tevlî karê rêzdar nebin, zehmete ku cenabê wî bi serkev e. Bi gulekê nabe bihar, lê îşareta hatina biharê ye.

Şevreş bi findekê rohnî nabe, lê îşarete ronahiyê ye. Loma girîng e ku herkes û bi taybetî endamên meclîsa me PWK fikir û dîtina xwe jî binivîsîne da ku ji bona karê rêzdar jî rehet bibe û bizanibe ka rêhevalên wî çi dixwazin.

Back to top button