Bahçelî: Divê komîsyona parlementoyê biçe Îmraliyê û hevdîtinekî rû bi rû bike.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de got ku, divê endamên komîteya parlementoyê biçin Îmraliyê û bi Abdullah Öcalan re hevdîtinê bikin. Bahçelî her wiha bertek nîşanî nerazîbûna CHPê ya li dijî vekirina sala qanûndanînê da. Bahçelî li ser wêneya xwe ya ji resepsiyona 1ê Cotmehê got, “Wêneya 1ê Cotmehê nîşaneya Tirkiyeyê ye. Ew wêne wêneyek Tirkiyeyê ye,”
Bahçelî îro (Sêşem, 7ê Cotmehê) di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de axivî.
Bahçelî bertek nîşanî nerazîbûna CHPê ya li hember vekirina sala nû ya qanûndanînê da.
Serokê MHPê got, “Beşdarnebûna vekirina parlementoyê bêrêzî ye li hember milet. CHPê hilbijart ku neheqiyê biparêze. CHPê careke din kêrê avêt erdê.”
Bahçelî di resepsiyona 1ê Cotmehê de axivî û li ser wêneyê ku pir caran tê nîqaşkirin şîrove kir û got, “Wêneya 1ê Cotmehê nîşaneya Tirkiyeyê ye. Ew wêne wêneyek Tirkiyeyê ye.”
Bahçelî her wiha li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê axivî û diyar kir ku divê Filistîn ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were naskirin.
Bahçelî got ku divê endamên komîteyê biçin Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Öcalan re hevdîtin bikin.
Bahçelî di derbarê endamên PKKê de got, “Divê ew kesên ku tevlî sûc nebûne werin û bi malbatên xwe re bibin yek.”


