Civak
Bûyereka hatin çûnê de 5 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Erdemlî ya bajarê Mersînê mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt, kete xendekê. Raportên destpêkê nîşan didin ku di bûyerê de pênc kes mirine û 14 birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
Bûyer îro sibê li ser rêya di navbera gundê Güzeloluk a Erdemliyê, çêbû.
Piştî ku bûyer hate seh kirin, agirkuj, ambûlans û tîmên jendermeyan ji cihê bûyerê re hatin şandin. Kesên birîndar ên di mînîbusê de asê mabûn, hatin derxistin û ji nexweşxaneyan re hatin veguhastin. Lêkolîna li cihê bûyerê eşkere kir ku pênc karker mirine û zêdetirî 10 karker birîndar bûne. Xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.



