Li Helebê şerê HSDê û Hêzên ewlehiya Sûriye
Medyaya fermî ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî şerên dijwar ên bi saetan li taxên Kurdan ên Helebê li ser agirbestek demkî li hev kirine.
Televîzyona dewletê roja Sêşemê sibehê ragihand ku di pevçûnên li taxên Kurdan ên Helebê de, herî kêm endamek Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Sûriyê (HSS) û sivîlek hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên hikûmeta Sûriyê roja Duşemê bi şev bi droneyan êrîşî du taxên Kurdan ên li Helebê kirin.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê ji zarê rayedarekî ewlehiyê da xûyakirin ku, “Endamekî hêzên ewlehiya navxweyî di êrîşeke HSDê de li nêzîkî taxa Şêx Meqsûdê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn, kesek sivîl jî bombebarana hêzên Kurdî de hat kuştin.”
Lê HSDê êrîşa li ser hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê red kir û hêzên ku ji aliyê Şamê ve tên piştgirîkirin bi dorpêçkirina taxên Kurdan û hewl didin ku bi tankan û bicihkirina hêzên giran wan kontrol bikin.
Ev pevçûn di demekê de tên ku di mehên dawî de aloziyên di navbera desthilatdarên nû yên Şamê û rêveberiya xweser a li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyeyê de zêde bûne.
Çavkaniyan gotin ku xetên ragihandinê li taxan hatine qutkirin û hêzên hikûmeta Şamê hêzên giran li herêmê bi cih kirine.
Heleb ji dema hilweşandina Serokê berê Beşar Esed di Kanûna Pêşîn de di bin kontrola desthilatdarên nû yên Sûriyeyê de ye, lê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye hîn jî di bin kontrola HSDê de ne.
Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyeyê got ku “bi dehan malbat” ji herêmê, bi taybetî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ji ber topbarana giran a bi çekên giran û hawanan ji aliyê HSDê ve, reviyan.
Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ji niştecihan xwest ku li malên xwe bimînin û “bi qasî ku pêkan e ji deverên şer dûr bisekinin.”
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ragihand ku piştî pevçûnan çend sivîl bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Ajansê piştre peymanek di navbera her du hêzên hikûmetê û HSDê de li taxên Kurdan ragihand, lê bêyî ku hûrguliyên din li ser agirbestê bide.


