Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm li gel şandekî Amerîkî civiya. Şanda Amerîkî ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper pêk dihat. Di civînê de, pêngavên ji bo cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê û berdewamiya hevpeymaniya li dijî DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, Îlham Ehmed, Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohlat Efrîn, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xesan El-Yûsif, û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El-Mihbaş jî amade bû.
Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser, aliyan pêngavên pratîkî yên ji bo bilezkirina cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê, ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de hatibû îmzekirin, gotûbêj kirin.
Herwiha, di hevdîtinê de rêyên hêsankirina rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, amadekirina jîngeheke ewle ji bo veberhênan û geşepêdanê, û vegera koçber û penaberan bo warên wan hatin nirxandin.
Her du aliyan careke din pabendbûna xwe bi berdewamkirina hevpeymaniya di navbera Hevpeymaniya Navneteweyî û HSDê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de nû kirin. Wan tekezî li ser xurtkirina ewlekarî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi awayekî ku yekîtiya axa Sûriyeyê û serweriya wê biparêze.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, wan “gotûbêjên berfireh” bi Mazlûm Ebdî û HSDê re kirine.
Barrack ev serdan weke “pêngaveke ber bi pêş” ji bo nêrîna Serokê Amerîkayê ya bi navê “Derfetekê bidin Sûriyeyê” bi nav kir û got, armanc ew e ku “rê li ber Sûriyan were vekirin, da ku bi hemû Sûriyan re di nava hewldaneke nû de ji bo aştiyeke hevkar û bexteweriyê bibin yek.”


