Polîtîk

Ümit Özdağ: “li dijê CHPê  operasyoneke dewletê tê kirin,”

Ozdag dibêje: “Armanc ew e ku CHP lawaz bikin. Erdoğan ji bo ku careke din bê hilbijartin, stratejiya parçekirina opozîsyonê dimeşîne,”

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ümit Özdağ, diyar kir ku CHP bi operasyoneke dewletê re rû bi rû ye. Özdağ got ku armanca operasyonê lawazkirina CHP’ê ye û Serokomar Erdoğan hewl dide bi parçekirina opozîsyonê riya hilbijartina xwe ya dubare veke.

Özdağ ji rojnameya Sözcü’yê bi Saygı Öztürk re axivî. Beşên ji daxuyaniya Özdağ wiha ye:

Tevî ku AKP hemû çavkaniyên xwe bikar anî, di hilbijartina Hezîrana 2015’an de têk çû. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de têk çû. Di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de têk çû. Niha, eger AKP hilbijartina giştî di 2026-27 an jî heta 2028’an de bike, ber bi têkçûnê ve zû diçe.

Erdoğan vê yekê dizane û ji bo vê yekê hewl dide stratejiyên ku rê li ber hatina opozîsyonê bigire, pêş bixe. Yek ji van jî ev e ku bi avakirina têgihiştina ‘Hilbijartin nabe’ hewl dide hilbijêrên opozîsyonê ji sindoqê dûr bixe. Ji Tirkiyeya îro de, di sala 2026’an de hilbijartin xuya nake, lê heger şertên awarte çêbibin, bêguman Tirkiye dikare zû bikeve nav atmosfereke hilbijartinê.

Lê belê ji bo îro, li gorî min hilbijartin ne di rojevê de ye.Şeva referandûma pîs, ez çûm ber deriyê YSK’ê û derketim kolanê. Wê demê diviyabû mirov bi wêrekiya mirinê derketa kolanan. Lê ez li ber YSK’ê û di odeya serokê YSK’ê de bi tenê bûm. Serokê Giştî yê CHP’ê (Kemal Kılıçdaroğlu) got, ‘Mirovên çekdar dê li me guleyan bibarînin’ û hemû partiya xwe di navenda giştî de kilît kir û çû malê xwe ça vexwar.

Ez spasiya her kesê ku ji bo serdana min hat û piştgirî da, dikim. Lê min bi parlamenterekî CHP’ê re ku hat serdana min, hevdîtin qebûl nekir. Ji xwe, efserên parastina cezayê jî di nav xwe de behîs kiribûn û gotibûn, ‘Serokê giştî dê bi vî kesî re hevdîtinê neke.’Bi eşkereyî, hewl tê dayîn ku CHP parçe bibe. Armanc lawazkirina CHP’ê ye. Ji ber ku Erdoğan nikare bi xwe bê hilbijartin, ew stratejiya parçekirina opozîsyonê dimeşîne da ku riya hilbijartina xwe veke.

Îsraîl îro ji bo Tirkiyeyê ne tehdîdek e. Lê ji wê kêliyê ku Îsraîl dest bi projeya avakirina ‘Kurdistaneke Mezin’ a ku wekî Îsraîleke Misilman a Rojhilata Navîn tê dîtin kir, ew bûye tehdîdeke jeopolîtîk. Binêrin, di destpêka sedsala 20’an de Mûsil û Kerkûk ji Tirkiyeyê hatin qutkirin. Niha jî dixwazin herêma GAP’ê û çavkaniyên avê ji Tirkiyeyê bigirin. Projeya Kurdistaneke Mezin, qutkirina herêma GAP’ê û çavkaniyên avê ji Tirkiyeyê ye û dayîna wê ji destê Kurdistaneke di bin kontrola Îsraîlê de ye. Lê belê ev projeya jeopolîtîk a Îsraîl û Amerîkayê ku di sedsala 20’an de asê maye, di sedsala 21’ê de ne guncave.

Eger Kurdistan bê avakirin, ew ê berî ku bibe hevalbendê Îsraîlê, bibe deriyê Çînê yê ber bi Deryaya Spî ve. Çînê Efxanistanê xistiye nav qada xwe ya stratejîk û niha li ser Îranê deriyek ber bi Deryaya Spî ve digere. Ji bo vê yekê, wekî deriyê herî guncaw projeya Kurdistanê tê dîtin.

Back to top button