Ber bi “Pêvajoya bê teror” ve..!

Deklerekirina sekinandina şer û devjêberdana çekan , dê rêya siyasetek bi metodên demokratik û deriyên diyalogê veke…

Dara Bilek
Liser pêvajoya ” Tirkiye ya bê teror” gelek gotubûj têne kirin. Siyasetmedar, rewşenbîr kesayetên kurd li ser vê yekê nirxandin û şirova dikin. Ev pêvajo ji aliyê gelek rojnemevan û analistên cîhanî ve jî tê nirxandin.
Lê li vê derê ji bo Kurda , ji bo Tevgera azadixwaz a Kurdistanê ev pêvajo tê çi wateyê bi awayek pêwist nayê şirove kirin. Mirov dibîne ku, aliyek taybetî ew kesên di nava PKKê de dema behsa pêvajoyê dikin ,cudahiyên ramanî derdikevin holê. Hinek ji wan bê qeyd û şert her gotina Ocalan rast dibînin û çavkoriyekî pişgiriyekî lê dikin. Ji xwe di nava tevgêra PKKê de ev yek piranî bi vî awayî bî. Hinek alî vê yekê qebûl nakin û berteka nîşandidin. Heta hinek gelek vekirî dibêjin ku, ” ma bedelê evkas şer, şehîd û malwêranî ev bî?”
Divê bê qebûl kirin ku, ev pêvajo ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin û tê rêvebirin. Vêca gotin, nirxandinên cur bi cur vê rastiyê naguherê.
Ya herî akilane ewe ku, Kurd bi awayek realist berê xwe bidin vê pêvajoyê û di çerçoveya berjewendî û pêşeroja Kurdan de nirxandin şiroveyên xwe bikin.
Dema bi dîtinên îdeolojîk ev pêvajo bê nirxandin , dê cardin encamên ne rast û zererê bidin Tevgera azadixwaz a Kurdistanî derkevin holê. Lê eger ev pêvajo bi çerçoveya berjewendîyên Kurdistanî û dewletbûna Kurdan de bê nirxandin û herweha li gora vê mirov bibe xwedî helwest dê encamên rast derkevin holê.
Tişta ku Ocalan bi rêya berjewendîyên dewletê dibêje vekiriye: Dê Kurd Tirkiyeve bêne entegrekirin. Gelo ma şerê 40 salî jî ne ji bo vê yekê bû? Niha ji bo çi hinek siyasetmedar wek matmayî mayîn vê pêvajoyê dinirxînin?
Ev pêvajo eger bi rastî çekdanîna çekdarên PKKê bi temamî pêkbîne, gelekî baş dibe. PKKê xwe fesih kir. Hêdî bi çi navî û bi çi cureyî tevdigere dê new ek berê be. Gelek aliyên Kurda PKK wek astengî di rêya tekoşîna dewletbûna Kurdan de ditît. Ev rastiyek bû. Lê îro bi vê biryarê Ocalan û PKKê bi xwe ev asteng rakir. Yanî ev helwest ji bo Tevgera azadixwaz a Kurdistanê ne xusar lê destkeftiyek e.
Kurdên niştimanperwer di nava PKKê de îro wek serê wan li kuçekî, li diwarekî bikeve vedijin. Ev vejîn dê bibe sedemek ku, berjewendiyên netewî ji aliyê wanvebê dîtin û ewê bikaribin bibin tevgerek cidî di nava Tevgera azadixwa za Kurdistanê de. Bê guman ev yek temeniyek e, lê di heman demê de rastiyekî jî ye.
Li bakurê Kurdistanê, şerê bê wate ku, ji aliyê PKKê ve dihat kirin, zere dida Tevgera Kurd û miletê Kurd jî. Ji xwe eve nêzikî çend salan bû li bakurê Kurdistanê ev şer fiîlî nemabû. Niha daxwaziya deklerekirina sekinandina şer û devjêberdana çekan , dê rêya siyasetek bi metodên demokratik û rêya diyalogê veke. Kurd dikarin bi vê rêyê jî dîtin û daxwaziyên xwe yên herî radikal bêxin rojevê û doza mafê xwe yên netewî û rewa bikin.
Em hemî dizanin ku, piraniya çekdarên PKKê li başûrê Kurdistanê di xizmeta kî de bûn û ji bo berjewendîyên kijan aliyan çekên xwe bi kar dianiyan. Gelo PKK ne tehdîtek bû li ser destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê? Eger îro ev tehdît ji holê bê rakirin, ew çekên di xizmeta dijminên Kurdistanê de li başûr bêne danîn dê ne baş be û ne di berjewendauya dewletbûna Kurdan de be.? Rastî ev pirsên girîngin.Lê vêca kî çewe dinirxîne ew jî behsek din e.
Tişta ku dixweyê PKK hêja di nava xwe de ne zelal e. Daxûyaniyên berpirsên PKKê her çikas teyida ”serokatiyê” dikin, lê gelek minasebetan de dîtinên li dijê Ocalan jî di vê pêvajoyê dedidin.
Di encam de, vekirina rêya siyasetek bi metodên demokratik û têgihiştina vekirina deriyên diyalogê berê siyaseta Tevgera Kurd gelemperî ber bi pêvajoyek din ve dibe.
Di vê pêvajoyê de, însiyatîf a dewletêye. Ji bo vê jî berpirsên dewletê vekirî dibêjin ku, tu bazarî di nehatine kirin û berpirsên dewletê dibêjin ku, ev pêvajoya “Tirkiyeya bê terore”kesek jî li dijê vê tu daxûyanî nedane û welê jî tê qebûlkirin.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de kemasiya herî mezina vê pêvajoyê cihnegirtina aliyê Kurdan e.
7.8.2025


