Civak
Turkish Airlines dest seferên Kerkûkê dike

Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkukê ji nû ve destpêkirina geştên Turkish Airlines (THY) ragihand, ku ji ber aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de hatibûn rawestandin.
Rêvebirê Ragihandin û Têkiliyên Giştî yê Balafirgeha Kerkukê Herdî Semed Şevanî dibêje: “Biryar hatiye dayîn ku geştên Turkish Airlines bo Balafirgeha Kerkukê di nîvê vê mehê de ji nû ve dest pê bikin.”
Turkish Airlines ji ber fikarên ewlehiyê piştî zêdebûna aloziyên li herêmê geştên xwe yên bo Kerkukê rawestand.
Li gorî Herdî Semed Şevanî, berî rawestandinê, Turkish Airlines heftê de bi tevahî heşt geştên çûn û hatinê bo Kerkukê pêk dianîn.


