Civak

Dê Xwendevan, Zanîngeha Dîcleyê ya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de bên qebûlkirin

Serokê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Osman Aslanoglû ragihand ku YOKê pêşnûmeya qebûlkirina xwendekarên lîsansê ji bo “Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî” ya ku di çarçoveya Fakulteya Edebiyatê ya zanîngehê de hatibû vekirin, pejirand.

Pêşnûmeya qebûlkirina xwendekarên lîsansê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî pêşkêşî YÖKê hat kirin. Bi qebûlkirina pêşnûmeya YÖKê re dê 25 xwendekar ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bên qebûlkirin.

Xwendekar bi Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind a ku îsal di meha Hezîranê de tê kirin dê li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bên qebûlkirin.

Doç. Dr. Osman Aslanoglû da zanîn ku wan 2 meh berê ji bo ku xwendekarên lîsansê li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bipejirînin serlêdan kirine û serlêdanên wan ji aliyê YÖK’ê ve hatine girtin û bi dawî bûne. Osmanoglu diyar kir ku di nava Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê de sê beş hene: Ziman û Edebiyata Erebî, Ziman û Wêjeya Farisî û Ziman û Wêjeya Kurdî û heta niha tenê xwendekarên asta masterê beşdarî beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bûne. . Aslanoglû diyar kir ku xwendekar piştî serlêdana wan dê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de di asta lîsansê de bên qebûlkirin û got ku ji bilî 3 dersên ku bi beşên din re hevpar in, di beşê de zimanê perwerdehiyê dê kurdî be.

Back to top button