Civak

Kilaçdaroglu: Ezê serdana Demîrtaş bikim

Serokê berê yê CHPê Kiliçdaroglu di bernameya ku beşdar bû de got, “Îro girtina Selahattin Bey felaketeke hiqûqî ye. Kiliçdaroglu got, “Erdogan bi taybetî wî li hundir digire.”

Kiliçdaroglu di weşana zindî ya KRTyê de rojev nirxand, piştî ku CHPê biryara rakirina parêzbendiyên parlementeran pejirand, der barê pêvajoya girtina Selahattin Demirtaş da ev daxuyanî da:

“Ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterekî pêwîstî bi guhertina destûra bingehîn nîne. Koma AK Partiyê êdî bes e. Çima bi guhertina makeqanûnê tê xwestin ku parêzbendî bên rakirin? Ji ber ku ji CHPê re xefikê datînin. Di wê demê de teror pir zêde bû, em parêzbendiyan bînin vir di çarçoveya guhertinên makezagonê de, CHP ji vê re bêje na û piştre di hilbijartinan de bêje ‘Partiya ku terorîstan diparêze ev e’. Ji ber vê yekê me got, parêzbendiyan rakin bira.

Ev felaketeke hiqûqî ye ku îro Selahattin Bey di girtîgehê de ye. Erdogan bi taybetî ji ber ku gotiye ‘Ez te nakim serok’ wî di girtîgehê de dihêle. Girtiyên Geziyê jî hene. Osman Kavala heye. “Hûn biryara dadgehê, Dadgeha Destûra Bingehîn, biryara AÎHMê pêk naynin… Sibê ezê herim serdana Demîrtaş.”

Back to top button