Civak

Akademîsyenê ku di dema Sirûda Neteweyî hat xwendin ranebûyî ser piyan ji kar hate dûrxistin

Di çarçoveya çalakiyên mezûnbûna Zanîngeha Çankiriyê ya Karatekîn de li Hola Konferansê ya Rektoratiyê konferansek hat lidarxistin. Di wêneyên ku ji aliyê zanîngehê ve hatin belevkirin de hat dîtin ku akademîsyenek di kêliya bêdengî û xwendina Sirûda Neteweyî de lranebûye ser xwe û di cihê xwe de runiştî maye. Li himber vê helwesta akademisyen gelek bertek hatin nişandan , diderbarê akademisyen de lêpirîn hate destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya zanîngehê de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Alîkarê lêkolînê yê ku hat dîtin ku di dema ‘Bêdengiyê’ û ‘Sirûda Neteweyî’ de , ew ranebû ser xwe û rêz negirt. Heta lêpirsî dawî werê ew akademisyen ji kar hate dûrxistin.

Back to top button