Buyêrên Meydana Teqsîmê
Li Turkîyayê xîmî perverdîyê li ser rizandina ezberê hatîye avêt in û xanîyê perwedîyê bi boyaxek rengîn hatîye şexifandin, bi zêrînkirinek sexte hatîye delal kirin. Vî tiştê sexte vek tiştek bizêrînkirin danine ber çavên me… Bi vi awaye çaven me jî hatine boyaxkirin û em hatine xapandin, her tim têne xapandin. Hin kes hene ku bi xapandina xwe hayîdarbûn e, hin kes hêja jî bi xapandina xwe ne hisîyan e…
Belê temamîya xîme perwedîyê di dibistanan da, ji dibistana bingehî(ilkokul) heta zaningehên herî bilind li ser xîmê ezberkirinê hatî avêtin. Berê şagirtan ketî ye rêyek tarî û zelemat. Çî têt gotin û fêrkirin şakirt bê hiş û merheze, bê lêkolînek seregeh bawer dikin. Ev bawerkirin di jîyana wan da cîyek giran digire. Dema mezin dibin ev bawerkirin bi temamî hakimê bîranîna wan e…
Hin kes, pirtûkên ne li ser doza perwerdîyê hatine nivisandin, pirtûkên ku hişê wan tîne serê wan dixwînin, bi sebaba van pirtûkan şîyar dibin, dibînin û fêr dibin ku bi perwerdiyek ezberî hatine perwerdekirin, mêjûyê wan hatîye şûştin… Mêjûyê xwe ji wê şûştine di parêzin, bi zanînên lêkolînkirin tijî agahîyên nû dikin..
Hin kes jî li ser xîmê van ezberîyan bi evînîyek korî disekinin û van koriyan tiştên rasteqîn di pejirînin. Kesên hawîdarên xwe bi şaşîyên xwe dixapînın. Heta hin kes xwe zanyar didin nîşandin û kesên di bi rasti wan alîm qebûl dikin. Ev kesên ku ji alîyê kesên dî va zanyar tên naskirin li ser zanyarîyê û ser gelek mijarên dî pirtûkan dinivisînin, di van pirtûkan da gelek mijarên xeletî herwek rastîyek lêkolînkirîbe didin nîşandan, insanan di xapînin, ji rastîyê dûr dikin, dibin rêya ezberîyê, wan dikin ezberker.
Rêya ezberkerîyê di dibistanan da dibe rêya her merivî.. Di dibistanan da her tim insanê ezberker tên perwedekirin.. Her wek Tirkîya ne mihtacê merivên lêkolînvanin, mihtacê merivên ezberkerin bi vî awayî perwerdekirin têt pêk anîn. Kesên xwe zanyar dinerxînin, bi pirtûkên xwe ê ku di nav van da tijî derevin berê insanan zûtir didn rêya ezberîyê, wan bi vir û derevên xwe didin bawerkirin.
Bi salan devleta Tirk bi destê leşker û ordîya xwe a qehreman(!), gundên Kurdistan vêran kir, daristanên Kurdistan şevitand. Bi sedan daristanên Kurdistan hatin şewitandin… Bi hezaran ton darên ciwan, darên ter di nava van daristanan da şevitîn bûn rijî û xwelî.. Daristanên Kurdistan bun erdek rût, bê dar û ber û gîya.
Ev kesên ku xwe zanyar di nerxînin, ew kesên ku xwe hawirparêz(çevreci) di nerxînin mûyê xwe jî ne hejandin, deng û his ji wan derneket. Ne gotin çima ev daristan tên şewitandin…
Li meydana Teqsîmê çar dar tên birîn, tên hilkirin îro çend roje bi sed hezaran him li İstenbolê û him hema hema li temamîya bajarên Tirkîyayê derketin kolanan, xwe nîşandan, ne bi tenê xwenîşandan pêk anîn, her wiha bi milyonan zerar û zîyan dan malên xelkê, malê dewletê, dikakan, ereban şevitandin, qiyamet rakirin û ..
Hin gundiyên min jî di internetan da agahdari dan gotin ser heldin ji bo Teqsîmê xwe nîşan bidin. Mim ji yeki ra nivisand got teqsim bibe neydana sarhildanê çi bi te dide kar kirin, bibe naxçeyê seyranê çî bi te dide kar kirin ku tu bang dikî insanan?.. Ji min ra nivisand got “Xalo heta niha serhildanên hêlî çêdibûn. Ev serhildanek seranseri ye, serhildanek umûmî ye, seba vê yekê pêwiste herkes bi keve vê serhildanê.”
Çewa tê gotin kesên derketine kolanan û xwe nîşan didin di nav dû heftiyan da 72 milyar zerar dane malê insanên bê guneh, zerar dane malên ku bi qrmçûra (vergi) me temaman hatine kirîn û çêkirin… Gelo welatparêzî ev e?.. Gelo demokrasî ev e?.. Gelo heqparêzî ev e?… Gelo serhildana seranseri ev e ku meriv zerar bide faqîr û fiqaran, ku meriv zerar bide malên ku bi pereyê her kesi hatine kirîn û çêkirin?.. Gelo hawirparêzi ev e, ku ji bo parastina birîna du daran li her alîye welat zerar bidin gelek daran, zerar bidin hawirdorîya xwe, zerar bidin tebietê û zerar bidin hevayê?…
Ev kesên ku xwe ji herkesî zaftir(!) xwe qehremanên demokrasîyê, xwe hawirparez(çevreci) di nerxînin pêwistê kumên xwe danin ber xwe, raman fikir û merheze bikin gelo ku karên wan hingi dilopa zerarên wan ji gelan ra, ji welatê wan ra, ji azadî ra, ji demokrasîyê ra û ji hawirparêziyê ra tune….
Gelo dema daristanênên Kurdistan dihatin şewitandin zanyarên me, hawirparêzên me li kû bûn?? Dema gundên Kurdistan dihatin şevitandin, gundîyên Kurdistan dihatin koçberkirin, hawidorê Kurdistan bi daristanan va dihatin şewitandin, Kurdistan dihat wêrankirin, heqparêzên mirovan, zanyarên welat, hawirparêzên ku vî qasî li meydanan xwe nîşandidin li kû bûn?.. Di xwew dabûn, an ji hiş çobûn?… Başe çi ji vî hal û karî ra emê bêjin?.. Ev hal û karê ha, ne sextekarî ye?.. Ne du rûtî ye?.. Ne halek bê edlayîye?..
Ew Kurdên ku ji bo meydana Teqsîmê derdikevin kolanan çıma ji şevtandina daristanên welatê xwe, çima şi bo wêrankirina gûndêm xwe, çima ji bo talankirina erd û axa xwe, çima ji bo qoçberkirina xwuşk û birayen xwe dernediketin kolanan, xwe nîşannedidan??
Ez vê dozê, ne doza gel dinînim. Ev dozek xapandine û bawerim ku feyde nade gelên li ser erda Tirkiyeyê… Ne feyde dide gelê Kurd, ne feyde dide gele Tirk û ne feyde dide gelên dî…
Belki feyde bide hêzek û kesek bi tenê… Belkî feyde bide Partiya karkeran(İP) û Perinçek Doğu… Di vê dozê da dikarim bêjim bila Perinçek Doğu dîlan bigre, kêf û sefa bike…
Doz ne eve ku meriv alek bide destên xwe û here meydana xwenîşandanê… Pêwiste doza meriv feyde bide gel û welatê neriv. Gelo ev doza Teqsîme feyde dide kîjan gel î kîjan welet?.. Gelo kesak dikare bi min bide bawerkerin ku ev doz feydeyek dide gelê me û welatê me.. Eker kesek ji kerema xwe ra bi min bide bawerkirin ku ev doz feyde dide gelê me û welatê me, ez jî tê milê xwe bikim nav milên serhildankaran û bikevime nav xwenîndanan herim meydana Teqsîmê…..
20.06.13
Kazim (Ep)özdemir
(Nasname)