Li Musilê Kurdan ji % 40 deng standin

 Li gorî encamên dawî yên nefermî yên hilbijartinên encumena parêzgeha Mûsilê, heta niha kurdan kariye 40%ê kursiyên encumena wê parêzgehê bidest xistine.

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên encumena parêzgeha Mûsilê, PDKê 14 kursî, YNKê 2 kursî, Gorran û Yekgirtû û partî û hêzên din ên kurdî yên endamên lîsteya Biratî û Pêkvejiyanê  jî nekarîne tu kursiyekê li nav encumena parêzgehê de bidest bixin.

Berpirsê liqa 14 a PDKê li Mûsilê Îsmet Receb agahiyên han ji Rûdawê re piştrast kir û got: “Li Mûsilê, kurdan ji 686 hezar û 123 dengan 280 hezar deng bidest xistine, ji ber wê jî 40%ê kursiyên encumena parêzgehê bidest ve anîne.”

Nêrînek

Nerîna min :