Polîtîk

Turk: Sirri rast nabêje

Hevserokê Kongerya Civatata Demokratik Ahmet Turk di pirsa bûyerên Parka Gezî de dijê axavtina parlementerê PDPê Sirri Sureya derket.

Turk bahsa pêvajoyê  kir û got: Di destpêka pêvajoyê heta niha xebera mirina tu kesekî nehatiye. Cenaze hêdî nayên. Ev gavek girîng e. Hukumet jî divê di henek pirsên demokrasiyê de gava bavêje. Pêvajo ne sekiniye û berdewam e.

Di derbarê  Bûyerên Parqa Gezî de jî Turk got: Di nava çalakvanan de jîlek nû heye û daxwazên wan demokratikin. Em pişgiriya wan daxwazan dikin. Lê hinek gurub hene ku dixwazin hukumetê biruxînin. Herweha hinek gurubên dijê vê pêvajoyê jî li gora senaryoyekî di nava çalakvanan de ne.

Li ser bûyerên Teksîmê parlementerê BDPê Sirri Sureya di daxuyaniyek ya xwe de rexne li KCDê kirîbû. Sirri di Nûçe TV gotibû ku Tirkiye dişewite.Ev serhildanek herî mezinê di cîhanê de,lê deng ji KCDê dernakeve.

Di vê derbarê de Turk got: Min gotinên Sirri bihîstin. Lê ne raste. Ez tu manê nadin axavtinên Sirri Sureya.

Back to top button