Polîtîk

PDK:Noşîrvan di nava Kurdan de dijminatiyê peyda dike

Noşirvan Mistefa di vê dema dawî de li dijê PDKê û serokê Kurdistanê axavtinên ne di cihê xwe de û herweha ne rast dibêje.

Li ser van gotarên Noşîrvan serokê tevgera Goran, PDKê daxuyaniyek ragihand û behsa helwesta serokê Goranê û tehrîbatên  wî yên di siyasetê de dike.

PDKê dibêje ku, gotinên Noşirwan ne rastin û ew dixwaze bi van gotinan fitneyekî pêkbîne.
Daxuyaniyê de tê gotin ku, di vê dema ku prosesa nû ya partiyên Kurdistanê hewldidin ku ji bo destûrê yekdengiyekî pêkbînin . Ew prosesa ji aliyê parlementoyê ve hatî destpêkirin di pêvajoya serkeftinê de ye.

Lê Noşîrvan hewl dide ku bi gotinên ne rast vê prosesê têkbibe. Serokê Goran bi van gotinan dixwaze alîgirên xwe razî bike.
Tu feydeya van gotinên Noşîrvan ji bo Kurdistanê tuneye. Lê hewldanek girînge ku di nava Kurdan de dijminatiyekî pêyda bike û baweriya xelkê Kurdistanê ji bo pêşeroja welat lawaz bike.

Mistefa  gehêştiye astek ji nexweşiya şîzofrenî, ew wisa difikre ku, mayîna wî bi tenê bi afirandina nakokî û aloziyan ve girêdayiye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de PDK dibêje; Em xelkê xwe agadar dikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê û partiyên din yên ku xebat kirine, xwe bi parêzerê gel û welat dizanin û rê nadin pêlanên  Noşîrvan Mistefa  ser bikeve.

Back to top button