Boriya neftê Îlonê timam dibe û 300 hezar bermîlan dişîne Tirkiyê
Di daxuyaniyekî de, wezîrê samanên xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî ragiahnd ku karê rakêşana borîya neftê ya navbera Kurdistan û Turkiyeyê dê di meha îlona îsal de tima dibe.
Li gor nûçeyeke rojnameya The Wall Street Journal a amerîkayî, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê di gotara xwe ya di konfransa taybet bi enerjiya Iraqê li bajarê London a paytextê Birîtanyayê pêşek kirî eşkere kiriye ku ew borîya hinartina neftê ji herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê dê di meha îlona îsal de timam bibe û di destpêkê de wê boriyê dê îmkanên hinardekirina 300 hezar bermîlên neftê di rojekê de hebe, lê di paşerojê de ew borîya neftê di îmkanên hinartina yek miliyon bermîl di rojekê de hebe.
Rojnameya The Wall Street Journal herwisa ragihandiye ku bi tewawbûna wê borîyê, balansa hêz û bizava pîşesazîya neftê li Iraqê dihête guhertin û dibe di encam de bandoreke siyasî jî hebe.
Hewramî dibêje:
– Ez piştrast im ku hinardekirina nefta Kurdistanê bi rêya wê borîyê di van nêzîkan de dê bibe rastî. Qebareya hinardeya nefta Kurdistanê di dema niha de rojane 30 hezar bermîl e, lê ew rêje gelek li jêr îmkanên rasteqîneyên herêma Kurdistanê ye, şîyana rasteqîne ya Kurdistanê berhemanîna rojane 300 hezar bermîlên neftê ye û wisa jî tê çaverêkirin ku heta dawîya îsal bigihîje 400 hezar bermîlan.
Hewlêr û Bexdad li ser mijara kontrolkirina dosyaya neft û gazê nakokî hene. Herêma Kurdistanê bi mafê xwe yê qanûnî û destûrî dizane li gor destûra Iraqê rêkevtinan bi alîyên cîhanî re bo geşepêdana warê nefta Kurdistanê îmza bike, lê Bexdad wê yekê red dike.