Civak

Komeleya Kurdî tevlî festîvalên Almanî dibe

Li Elmanya bajare Köln -Porz ê, ji aliye şaredariyê ve festiwalek hat lidarxistin.

KOÇ-KAK (Komela Çand  û Karkerên Kurdistan) jî beşdari festîwalê bû. Li festîwalê gelek Komelên Elman û biyanî hebûn.

Festîwalê bi lîstik, dans û xwarinên cuda dîsa tesîrek balkêş li ser Elman û beşdaran kir.

Kurd jî hem bi xwarin û hem ji bi beşdariya zarokên xwe  û bi hunermende Hêja kek Azad Khoshnaw wek netewe xwe temsil kirin.

Zarokên kurd festivala Almanî de hûnêrên xwe nîşandidin

Wek KOÇ-KAK emê hewldar bin ku di her festîwalan de beşdar bin û di van festîwalan de Kurdan bi Almanan bidin nasandin.

Festîwal bi coşek mezin bi dawi bû.

Back to top button