2015: Sala serxwebûna Kurdistanê
Her minasebeta hilkevtinekî mirov daxwaziya tiştên paştir ku pêwîst dibîne dike. Sala 2014ê dawî hat. Bêguman sala nû sala 2015ê dê ji bo tevgera azadixwaz a kurd salek cuda û xwedî taybetiyekî be.
Ji berî her tiştekî erîşa teroristên DAÎŞê ya li ser Kurdistanê û berxwedana kurdan û parastina xaka Kurdistanê bûyera herî mezin û dîrokî bû ji bo Kurdistanê.
Bi vê bûyerê musîbetek mezin li ser kurdan de hat. Lê xêrek mezin jî ji vê musîbetê derdikeve.
Gelek kesan û çavderên siyasî ev musîbeta ku li ser kurdan de hatî wek sedemek ya yekbûnekî di nava hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dit. Lê mixabin tu cara yekitiyek bi hinek bûyeran nayê destxistin.
Ji aliyek din helwesta ku serokê Kurdistanê bi biryara parlementoyê rêkirina pêşmergeyan ji bo parastina Kobanê bi sere xwe bûyerek girîng bû.
Eger piştî salek din em nirxandinek li ser sala 2015ê bikin, mirov dê çi bêje? Çend xalên girîng hene .
Eger sala 2015ê ew tişt pêkwerin bê guman emê sala 2015ê wek salek dîrokî ji bo destkevtiyên Kurdistanê binirxînin.
Ji berî her tiştekî erîşên DAÎŞ li ser Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku, tu demana Kurdan tuneye. Kurdistan çikas pêşve bikeve, çikas mezin bibe û jiyanek aram peyda bibe jî tu garantî tuneye.
Her demî hukumeta Iraqê bi hêz bibe dikarê erîşê Kurdistanê bike. Her gava berjewendiyên dewletên herêmê têkherê dikarin erîşê Kurdistanê bikin. Bi kurtahî helwesta hukumeta Iraqê û erîşên DAÎŞ li ser Kurdistanê ispat kir ku tu demanek ji bo kurdan tuneye.
Ji bo ku Kurdistan li ser xwe bisekine û jiyana xelkên xwe bi aramî û pêşkevtin berdewam bike yek rê heye serxwebûna Kurdistanê.
Eger di sala 2015ê de serxwebûna Kurdistanê bête ragihandin yan jî ew zemîn bê amade kirin, dê sala herî girîng be di dîroka Kurdistanê de. Tenê ragihandina dewleta Kurdî dikare garantiyek ji bo hemû Kurdistanê û kurdan pêyda bike.
Rojavayê Kurdistanê yekitiya hêzên Kurdistanî li ser bingehek netewî û derketina hinek aliyên kurd ji bin bandora rejimê, dikarê Kurdistanê ji êrîşên dijminan biparêze û statuyek ku di qada navdewletîde jî bê qebûl kirin pêyda bike .
Li Bakurê Kurdistanê pêşketina xeta netewî û li xwedî derketina nirxên netewî û herweha li gora wê kirina siyasetê pêşve diçe. Li Bakur yekitiya aliyên ku wek hev difikirin giringiyek e. Herweha pêwendî û yekitiya li ser bingehek netewî li Bakur pêwistiyek e.
Li Bakur sekinandina şerê qirêj û serkevtina pêvajoya dawî anîna şer, dê siyaseta ku li ser xwînê tê kirin ji holê rake hêdî ciwat berbi normalbûnê ve herê. Ev yek jo bo tevgera kurd dibe serkevtinek û zemînê tekoşînek bi metodên demokratîk pêyda dike.
Li Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj tevgera kurd berbi pêşveçûnekî ve diçe. Bandora rejimê li ser hinek aliyên siyasî kêmtir dibe. Ev yek dihêle kurd hêdî li gora daxwaziyên xwe tekoşînekî berbipêşve bikin.
Bi hêviya sala 2015ê bibe sala serxwebîna Kurdistanê.
2.1.2015
Dara Bilek