Îroj

1'ê Avrêl

1’ê Avrêl

Di sala 1979’an û  di rojekî wekê îroyê de Ayetullah Xumeynî li Îranê îlana şerîetê kir

Îran

Îran an jî Komara Îslamî ya Îranê (bi farisî: جمهوری اسلامی ایران Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān) welatekê Rojhilata Navîn e. Îran li bakur bi Ermenistanê, Azerbaycanê û Turkmenistanê re, li rojava bi Tirkiye û Îraqê re, li rojhilat bi Afxanistan û Pakistanê re û li başûr bi Kendava Farisî û Kendava Omanê re û li aliyê din ê wan herduyan re bi Kuweyt, Erebistana Siûdî, Bahreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Ommanê re hevsî e.

Mezhebê fermî yê Îranê Şiî û zimanê fermî jî Farisî ye.

Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewroasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC)ê ye.

Rojhilata Kurdistanê niha ji aliyê siyasî ve parçeyek ji Îranê ye.

Nav

Peyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e.

Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ku niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê Îranî Zeradeştî tê gotin. Lê Zerdeşt bi aslê xwe kurde. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Ariyan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Ariyan ve girêdayî ye, ji wê hatiye.

Erdnîgarî

Welatê Îran li navberî welatên Îraq li rojava, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan li bakurê rojava, Pakistan û Afxanistan li rojhilatê, Turkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê Îranê gola Kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. Li başûrê Îranê jî Kendava Farisî û derya Omanê hene.

Ziman

Zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din jî lê tên peyivîn.

Li Îranê 30 parêzgeh hene:

1. Parêzgeha Tehran
2. Parêzgeha Qom
3. Parêzgeha Merkezî
4. Parêzgeha Qazwên
5. Parêzgeha Gîlan
6. Parêzgeha Erdebîl
7. Parêzgeha Zencan
8. Azerbaycana Rojhilat
9. Azerbaycana Rojava
10. Parêzgeha Kurdistan
11. Parêzgeha Hemedan
12. Parêzgeha Kirmaşan
13. Parêzgeha Îlam
14. Luristan
15. Xûzistan
16. Çarmihal û Bextiyarî
17. Kûgîluyî û Buwêr Ehmed
18. Parêzgeha Bûşêhr
19. Parêzgeha Fars
20. Hormozgan
21. Sîstan û Belûçistan
22. Parêzgeha Kirman
23. Parêzgeha Yezd
24. Parêzgeha Îsfehan
25. Parêzgeha Simnan
26. Mazenderan
27. Gulistan
28. Xorasana Bakûr
29. Xorasana Rezewî
30. Xorasana Başûr
 

Back to top button