Civak

Di 3 mehan de 32 pasaportên sexte

Rêveberê balefirgeha navdewletiya Silêmanî, Tahir Ebdula di daxuyaniyekî xwe de bo ajansa Peyamnêr ragihand, ku ji aliyê beşê nîşîngeha firgeha me ve û bi rêya kontroleke pêşkeftî ve li dema rêwîtiya hevwelatiyan ji herêma Kurdistan bo welatên derve, belgename, passport û dokumentên rêvitîyê (geştevaniyê) têne girtin.

Di vê derbarê de, ji despêka vê salê de hata weke niha 32 pasport û belgenameyên sexte hatine girtin û xwediyên wan di lêpirsîna yasayî de derbas dibin.
Weha jî got ku, mixabin ku ev diyarde berdewame, lê xêra şehrezayîya karmendan û pêşkeftina amêrên kontrolê rê li wan tê girtin û nikarin li gorî belgeyên sexte geştên derve bikin.

Behsa vê jî kir, ku tenê li sal bûrî de, ji 60 pasport û belgenamyên sexte bihtir li balafirxana Navdewletiya Silêmanî hatin girtin.

 

Nûçe: Hewlêst Nawdeştî

Back to top button