Civak

Li Silêmaniyê pevçûn; 50 birîndar (WÊNE)

Îro êvarê xwenîşanderên meydana Berderkê Sera ku, pêtir ji mehekêye her roj êvariyan li wê meydanê kom dibin, îro înê xwenîşander ji meydanê daketin kolanan û ber bi avahiya qaymeqama Silêmaniyê bi rêketin.

Xwenîşander rastî pêlisên çalakiyên medenî hatin û polîs rê neda xwenîşanderan ku êrîşî ser avahiya qaymeqam û saziyên din yên hikûmî û hizbî bikin.
Şer û pevçûn di navbera xwenîşandera û polîsên çalakiyên medenî derket û 50 kes birîndar bûn.

Berpirsê nexweşxaneya dihewarçûnê (nexweşxaneya acil) di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê got ku 50 birîndar gihane nexweşxaneyê ji wan birîndaran 38 polîs in û 12 jî hevwelatî ne

Ji bo dîtina wêneyên pevçûna polîs û xwenîşanderan li linkê li jêr bitikîne

http://www.destur.net/hewal/new/5271-2011-04-01-13-56-22.html

Back to top button