Civak

Li devera Antakya şerek dijwar çêbû

Li gora nûçeyekî ya rojnama Aksama Tirkî, îro berê sibehê di nav çekdarên PKK-ê û leşkerên tirkan de şerek dijwar derketiye û tê gotin ku di encama vî şerî de 7 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dane.

Li gora nûçeyan li devera bajarê Antakya nêzikî tixûbê Sûrî, leşkerên tirk û çekdarên PKK-ê rasta hev hatine û di nav wande şer derketiye. Termên kesên ku jiyana xwe ji dest dane rakirine nexweşxaneye devera Hassa.

Li gora hinek agahdariyan di navbera çekdarên PKK-ê û leşkeran de şer hêjî berdewam e.

Back to top button