Nivîsar

Hûn bi xêr hatin bo Kurdistanê

Serokwezîr Erdogan, duh Balafirgeha nû ya Hewlêrê vekir ku muteahîdên me çêkirine. Ez rewşa berê ya wê balafirgehê dizanim. Gava hûn dikevin wê balafirgehê, we li pêşberî xwe nivîseke qerase didît:
“Hûn bi xêr hatin bo Kurdistanê.”

Ji bo kesekî ku cara yekem diçe wê derê, ev “gotin” cihê şaş û metelbûnê bû.
“Kurdistan.”
Ev gotin, bi çewisandineke wisa mezin hatibû qedexekirin ku ji zimanê me, bi ser de ji tarîxa me hatibû tunekirin ku bi awayeke azadane dîtina nivîsandina vê gotinê mirovan dihejand.
 
Gotineke ne jirêzê ye, em behsa civakeke wisa dikin ku “Kurdistan”a Osmaniyan kiriye “başûrêrojava/guneydogu.”
Me bi salan peyva kurd qedexe kir, me Kurdistanê qedexe kir, demeke wisa hat ku me da navê û me axaftina bi kurdî jî qedexe kir.
 
Ê de baş e, çi bû?
Îro Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê, balafirgeha ku lê “Hûn bi xêr hatin bo Kurdistanê” vedike. Spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku ev balafirgeh vekirine dike, diyar dike ku wê ji 14’ê Nîsanê û pêve Rêhewayên Tirk (THY) bi awayeke dîrek, dest bi firînên xwe yên Hewlêrê bike.
Her wekî ku çendek berê Nêçîrvan Barzanî jî ji Neşe Duzelê re got, Tirkiye li wê derê bi milyar dolaran kar dike. Hem Tirkiye ji bo ku bipêş bikeve, piştevaniya Kurdistanê dike, hem jî karsazên kurd û tirk ên Tirkiyeyê pere kar dikin. Herkes kêfxweş e.
 
Tiştê divê bibe jî ev e.
Bi salan ziravê dewleta me qetiya bi hinceta ku wê li wê derê “Dewleteke Kurdan” ava bibe. Heman dewlet, Barzaniyê ku îro Serokwezîr Erdogan bi gotina “Serokê Birêz” silav didayê, û Talabaniyê ku îro Serokomariya Îraqê dike, bi gotinên biçûkxistinî bi nav kir. Ev tirsên bêwate û çêkirî (sunî) bûn.
 
Îro, di serdema ku Serokwezîr Tayyîp Erdogan Balafirgeha Hewlêrê vedike de, em dibînin ku ev tirsên hanê çiqas bêçine/bêwate ne.
Heke zevatê leşker û sivîl ku Tirkiyeyê birêve dibirin, xwediyê pêşbîniya feraseteke ku hay ji van yekan hebûya, gelo ma wê Tirkiye, tiştên ku ev 30 sal in dijî, wê bijiya?
Ev pirseke wiha ye ku divê miheqeq/teqez em îro bipirsin.
 
Ji ber ku em bi rewşeke nakokî re rûbirû ne.
Em hemwelatiyên kurd ên “dost û bira” yên Kurdistanê bi hezkirin silav dikin, lê em hê jî ji herêma li welatê xwe re nikarin bibêjin “Kurdistan” û em hê jî vê peyvê di nava vî welatî de red dikin, em ditirsin ku wê ev peyv welêt parçe bike û em bi hemwelatiyên xwe yên ku li “başûrê me yê rojhilat” dijîn re li hev nayên.
Ji bo ku em rê li ber avakirina Kurdistanê bigirin, çi ji destên me hat me kir, lê me nekarî em rê li ber bigirin û Kurdistan ava bû.
 
Ma pir xerab bû gelo?
Niha em xwediyê cînareke wiha ne ku em pê re bi milyaran dolar karê bazirganiyê  dikin.
Dewleta me badilhewa/bêçine tirsiyaye.
Ji Kurdistaneke ku THY seferên dîrek/rastexo daye destpêkirin, ku me lê balyozxane vekiriye, balafir ava kiriye û vekiriye tirsa ku em bikin tunebûye.
Em niha ji Kurdistana Îraqê natirsin, lê ji ber ku em hînî/fêrî tirsê bûne, em ji kurdên xwe ditirsin.
 
Ji ber vê tirsê ev dewlet mafên hemwelatiyên xwe yên kurd napejirîne/qebûl nake.
Jiyaneke duzimanî red dike, mafê wan ê perwerdehiya “bi zimanê zikmakî” nade, ji bo ku nikare ji Kurdistana hezarên salan re bibêje Kurdistan, dibêje “başûrê rojava.”
Heta 5 sal, 10 sal paşê hûnê bibînin ku li “Kurdistana Me” jî vekirina balafirgehekê wê bi “du zamanan” pêk were û wê nivîsên “Hûn bi xêr hatin”, bi zimanê kurdî û tirkî bêne hilawêstin/daleqandin.
 
Wê gavê jî wê hinek kes binivîsin; “badilhewa em tirsiyane û me salên xwe heba kiriye, badilhewa me êş bi însanan da kişandin.”
Ji ber tirsên bêwate yên dewletê, wê eziyetên ku mirov kişandine, şerên ku pêk hatine, bêwatebûna mirinan derkeve holê.
Dem, ji jiyanê tirsên ehmeqane dadiweşîne û diavêje.
Lê heta ku bêwatebûna wan tirsan derdikeve holê, gelek derd tê kişandin.
 
Tiştên ku îro em dixwazin bibêjin jî ev e. Mafên gelê kurd ji ber tirsên xwe yên bêwate înkar nekin. Bi înadeke wiha van mafan red nekin, ji ber tirsên xwe yên ku ji rastiyên jiyanê dûr in, berê mirovan nedin mirinê. We, xeyal nedikir ku wê serokwezîrekî tirk, li Kurdistanê balafirgehekê veke. Ji ber vê yekê gelek kêşe derketin pêşiya me.
 
Hûn li welatê me jî nikarin xeyal bikin ku wê balafirgehek bi merasîmên “du zimanî” bê vekirin û bi vî awayî êşên me yên ku em dikişînin zêde dikin.
Li tiştên ku duh li Balafirgeha Hewlêrê hatin jiyandin, hatin gotin binêrin…
Li bêwatebûna tirsên xwe yên berê mikûr bên, hay ji tirsên xwe yên bêwate yên îro hebin…
 
Û, fêhm bikin ku pêşwazîkirina Serokwezîrê Tirkiyeyê, li bajarekî Tirkiyeyê bi pankartên kurdî, di vekirineke fermî de bikaranîna zimanê kurdî nabe cihê tirsê, lê dibe cihê rûmetê…

Ahmet Altan

[email protected]
 
* Rojnameya Tarafê, 30 Adar 2011 Çarşem
 
Ji Tirkî Werger: Jar Jan Dilpola 

(rizgarionline)

Back to top button