Zanîngehên Soran û Stratford peymaneke zanistî îmza kirin
Di daxuyaniyeke taybet de Cîgirê Serokê Zanîngeha Soran Dr Hawrê Mensurbeg ragihand ku Zanîngeha Soran li çarçêweya bername û programên pêşxistina xwendin û bernameyên zanistî, peymaneke girîng li gel Zanîngeha Stratford a Amerîkî îmza kirine.
Li vî derbarî de Dr Hawrê Mensurbeg di daxuyaniyeke taybet de li ser wê peymana zanîngehan got: Bi navê pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina asoya zanist û pêkanîna derfetên zêdetirê xwendekar, mamosta û karmendan, Zanîngeha Soran peymaneke stratejîk li gel zanîngeha Stratford a Amerîkî îmza kir. Peymana Soran û Stratford ya hemahengiya zanistî û fêrkirin û pêgihandina karmendên akademî û kargêrî û derfeta xwendina bilind ya derçû û karmendane.
Her wiha got: Zanîngeha Stratford li Amerîka bi wê yekê hatiye nasîn ku zêdetirîn rêjeya derçûyan li ser asta Amerîka kar bi destê wan dikeve, rêjeya destketina kar jî ji bo derçûyan (Employability) li seranserê cîhanê bûye pêverekî girîngê nirxandina akademiya zanîngehan.