Ҫend dek û dolabên Nûrî Malikî û hevalên wî

Nûrî Malikî, çima dixwazê artêșa Iraqê li axa Kurdistanê û di deverên ser sînorê neqeba Kurdistana bașûr beșên din ên Kurdistanê bi cih bikê?
1- Ji bo ku xalên destûrî ku heta niha yek jî pêk neanîye piștguh bikê û rojevê bi xalin din mijûl bikê.
2- Rejîma Esed, haha ji bo alîkarîyê hewara xwe dibê ber destê rejîma Îranê.
3- Rejîma Îranê, Malikî dixê dewrê û bi rêya ku artêșa Iraqê di sînorê Sûrîyê de bi cih bikê û bi vê pêwanê alîkarîya rejîma Esed bikê.
4- Têkilîyên ûmûd û hêvîya kurdan (Hewlêr) ji kurdên beșên din bibirê.
5- Kurdistanê ji nûve dagir bikê û gumruka Xelîl û Birahîm bidest xwe xê.
6- Peymana Hewlêrê ji holê rakê.
Nûrî Malikî her wekî ku qanûn binpê kirîye, Van dek û dolaban bi hevkarî û aqilmendîya Îranê dixwazê pêk bînê. Kesên ku qanûn û peymanên ji bo çareserkirina konfilîktên neqeba mirovan binpê bikin, wê hinek hebin ku wan kesan jî binpê bikin. Ne hewara rejîma Esed, ne aqilmendîya îranê û ne jî binpêkirina qanûnê ji alîyê Malikî ve biser nakevê.
Ehmedê Xanî, berîya 360 salî wisa gotîye.
”Eger hebûya ji bo me padîșahek
Xwedê liyaq bidîya ji bo wî kulahek
Û bihata dîyarkirin ji bo wî textek
Eșkera eșkera dê vebûya ji bo jî bextek
Bi dest biketa ji bo wî tacek
Bê guman ji me raj î dê çêbibûya rewacek
Wê dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyan
Dê em derxistana ji destê bêesl û liștokan û çavbirçîyan
Dê xalib nebûya li ser me ev rom
Em ê nebûna belengaz û xizan, bindest û binferman
Zorbirî û stûxwarên tirkan û eceman”.
Xwena Xanîyê mezin di beșekê ji ên Kurdistanê de pêk hatî ye. Patîșahek ji kurdan re çêbûye. Navê cenabê wî Mesûd Barzanî ye. Eger timamên hêzên kurdan xwe li dora vî patîșahê kurdan kom bikin, bibin piștivanên hev û ava xwe di cokekê de biherikînin, hino hino xewena Xanîyê mezin wê li herçar beșên Kurdistanê werê cih.
Peymana Hewlêrê a di nava hêzên kurdên rojava ku li ser destên serokê Kurdistanê pêkhatîye ji bo bidestxwexistina mafên kurdan, yakîtî û hevbendîya wan gelekî girîng e. Ev peyman ger herê serî û ji alîyan ve sist neyê girtin, wê ji bo lihevkirin û diyaloga di nava hêzên herçar beșên Kurdistanê de bibê wêneyek gelekî berbiçav .
Piroje û pîlanên hêzên her çar beșên Kurdistanê, divê ku ji Hewlêrê bên birevebirin. Rewșa îro a ku li rojhalata navîn heye, derfetek duemîn e ji bo bidestxwexistina mafên kurdan û bihêzbûna wan di deverê de.
Dîsa Xanîyê mezin wiha dibêjê
”Firset li gel te taleh mohnet li nik heram e”
Hebûna hevpar (șîrket) ên Amerîka û ên Yekîtîya Ewrûpayê li bașûrê Kurdistanê, kurdan di arêna navneteweyî de gelekî bihêz dikê. Peymanên bi wan hevparan re bi çi hawayî bê divê têkevê piraktîkê. Berjewendîya wan hevparan divê ku ji alîyên kurdan ve li ber çavan bên girtin.
Bi tu hawayî divê rê ji artêșa Iraqê re ji bo hatina wê a ser sînorê di neqeba kurdan de neyê dan.
2012 07 30
Felemez Akad