Polîtîk

Em piştgirê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne

Ev deqê daxuyaniyê ye:

Em piştgirê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.

Silav li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê

Silav li giyanê pak ên hemû şehîdên azadiyê

Ji bo raya giştî:

Hevwelatiyên hêja,

Weke ku diyar e, rejîma Baas ya diktator û dagîrker ku niha li ber roxandinê ye, nêzî pêncî salan in ku bi zilm û zordariyeke hovane  gelê kurd ji mafên mirovîn, ji mafên ziman û çanda wî, ji mafên demokratîk û ji hemû mafên netewî bêpar hiştiye. Lê netenê mafên miletê kurd hatine înkar û binpêkirin, herweha mafên gelê ereb û mafên xuşk û birayên aşûrî, suryanî, kildanî, ermenî, yên hemû gelên din ên Sûriyê jî hatine înkarkirin û binpêkirin.

Mixabin, cîhana demokrat li hember vê zulm û dîktatoriya rejîma Sûriyê di derheqê mafê miletê kurd de bêdeng maye û ji bo rêlibergirtina rijandina xwîna hevwelatiyên Sûriyê heat niha jî tu çare û helwesteke cidî û eşkere negirtiye. Rejîma dîktator roj bi roj kuştin û rijandina xwîna hevwelatiyên xwe zêdetir dike. Lê miletê kurd û gelên azadîxwaz di tu deman de, li hember vê dîktatoriyê, li hember vê zulm û neheqiya hovana ya rejîma Baas bêdeng nemaye.

Digel zîndankirin, malwêrankirin û şehîdkirinê, berxwedana miletê kurd ji bo bidestxistina mafên pîroz, heq û rewa bi serbilindî û bi mêrxasî berdewam kiriye.

Xebat û berxwedana gelê me yê Rojava bi serpêhatiyên dîrokî yên dewlemend, bi pisporiyek bilind ya siyasî û dîplomasî, bi hêz û bizava Serhildana 12ê Adarê û xwîna şehîdên wê, ku di demeke kurt de tevahiya qada Rojavayê Kurdistanê rapêça, bû bingeha Şoreşeke netewî û democrat; ku niha bi xwîna qurbanî û şehîdên azadiyê gav bi gav milet û welêt ber bi serkeftin û azadiyê ve dibe.

Gelê kurd li herçar beşên Kurdistanê û li derveyî welêt bi berxwedana xuşk û birayên Rojava, bi pêşveçûn, yekêzî, yekdengiya wa û gav bi gav bi serkeftina Şoreşê serbilind e û piştgirî dike.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, her serkeftineke Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz dizanin, di berjewendiyê netewî de dibînin û bi berzî dinirxînin. Em daxwaz û hêvî dikin ku Şoreşa Rojava di kurttirîn kat de, li seranserî qada Rojavayê Kurdistanê biserkeve û bingeha aştî, aramî û civateke azad û demokrat deyne. Herweha Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî careke din jî diyar dike ku bi giştî piştevanê tevgêra rizgarîxwaziya Rojavayê Kurdistanê ye û bi taybetî hevkar û piştgirê Encumena Nîştîmanî Ya Kurdî Li Sûriyê ye.

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî li Swêdê ji bo bicîhanîna berpirsiyariya xwe û ji bo piştgiriya Şoreşê amade ye.
Em bi germî piştgiriya helwesta Serokê Kurdistanê ya rêzdar Mesûd Barzanî dikin ji bo lihevanîn hêzên siyasî yên kurdên Sûriyê ku di encama Peymana Hewlêrê de eniyeke berfireh û netewî pêk anî. Em piştgriya vê peymana birayetiyê dikin. Vê peymanê baweriyeke mezin da miletê kurd û qonaxa Şoreşê guhert.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî bi Peymana Hewlêrê û bi damezirandina Desteya Kurdî Ya Bilind dilşad bûn. Em van herdu dezgehên netewî girîng dibînin û piştgiriya wan dikin û ji bo serkeftina wan em amadene ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.
           
Ji bo parastina birayetiyê û yekîtiya neteweyê kurd, ji bo  serkeftina Şoreşê û bidestxistina azadiyê, daxwaza me ji hemû aliyên Peymana Hewlêrê ev e ku hemû alî bi berpirsiyariyeke netewî li vê peymanê xwedî derkevin, wê biparêzin û li her aliyê welê di jiyanê de domdar bihêlin.

Daxwaza me ji kudistaniyên hemû beşan ev e ku ew di vê rewşa herî pêwîst û girîng de berpirsiyariya xwe ya netewî û kurdewarî bigrin, xuşk û birayên Rojavayê welêt jibîr nekin, li her deverê bi kampaniyên piştgiriyê madî û manewî alîkarî bikin.
Serbilindî ji bo şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê!

Bijî Yekîtiya neteweyê kurd

Bijî kurd û Kurdistan!

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Back to top button