Polîtîk

Şandeya BDPê çû serdana Elewiyên Kurd ên rasta êrîşê hatine

 

Bûyera ku pêr li Meletiyê li bajaroka Surguyê qewimî, bû sedema nerazîbûna BDPê. Şandeyeke BDPî îro wê biçe bajaroka Surguyê û bi malbata Kurd a Elewî a ku rasta êrîşê faşîstan hatibû guhdarî bike û piştgiriya xwe nîşan bide. 

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, di derbarê bûyera li Meletiyê pêk hatiye de axifî. Demîrtaş anî ziman ku, ev bûyer û bûyerên wek vê, ji zimanê hikumetê yê ku li hemberî hin civakên cuda bikartîne ne cuda ye. Siyaseta hikumetê a cudaxwaz, bi destê çapemeniyê, darazê û birokrasiyê disepînine jiyanê. Hêzên faşîst yên sivîl jî rola xwe a tetikêşiyê bi cih tînin.   

Hevserokê BDPê Demîrtaş, komkujiyên berê yên ku li Mereş, Çorum û Sêwasê pêk hatibûn bibîrxist û got: Pêwist bû ku me ji bûyerên Mereş, Çorum û Sêwasê ders bigirtana. Hêzên gel yên bi rêxistinbûyî ti cara rê nade bûyereke bi vî awayî ku biqewime. Wek her civaka bindest a ku di bin zor û zehmetiyê de ye, civaka Elewiyan jî ne tenê ye û ne bêxwedî ye. Em li dozgerên AKPê napên ku êrîşkaran bigrin û edaletê bi cih bînin. Ji AKPê tiştekî wisa hêvîkirin, zihniyeta van nesehkirin e.

Li Meletiyê çi bûbû:

Çend rojan berê, di dema paşîvê de, bi minasebeta remezanê daholjenek diçe ber deriyê Elewiyan û demeke dirêj daholê lêdixe. Ji ber vê nerehetîdayînê, malbata li malê derdikeve û berteke xwe nîşan dide. Li ser vê, roja din komeke faşîst kom dibe û malê dide ber keviran û axirê malbata Elewî a Kurd dişewitîne. Koma êrîşkar, bi siruda netewî û sloganên tehdîtkirinê dixwaze bavêjê ser malbatê. Bi mudaxeleya cendermeyan koma êrîşkar belav dibe. 

 

Back to top button