Polîtîk

Partiyên Kurdistanê di bin serokatiya Barzanî de civiyan

 

Partiyên siyasiyên Kurdistanê, bi amadebûna serokê parlamentoyê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li selahedînê di bin serolatiya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê de civiyan. Di civînê de rewşa siyasiya Kurdistanê û Îraqê hat behis kirin. Bi tyabetî, hatina leşkerê Îraqê bo deverên Kurdistanê hat nirxandin. Piştî civîn bidawî hatî, li ser naveroka civînê bi nivîskî daxuyaniyek ji raya giştê ra hat weûandin û ev li jêr teksta wê daxuyaniya civînê ye:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Îro dûşemiyê 30.07.2012 birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi amadebûna serokê parlemenoyê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serpereştiya civîna digel serok û nûnerên hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê kir.

Di civînê de rewşa siyasiya îro ya herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û anîna hêzên serbazîyên îraqî bo navçeyên Şingal û Zumarê nirxandin, û di vî warî de komîteya hemahengiyê a digel artêşa Iraq û hêzên Amerîkayê, pêşketinên dawî yên van du navçeyan xisterû û bi nirxandinek hûr ew peyman û dokumentên heta niha ji aliyê hikûmeta Federal ve kar pê nekirine pêşkêşî bi amadevanan kirrin. Paşê jî her yek ji aliyên siyasî jî dîtin û nêrînên xwe xistin rû û her hemû jî li ser van xalên li xwarê yek deng bûn:

 

1- Tekezkirina li ser yekrêzî û yek helwestiya mala Kurd û amadehiya dakokîkirina li destkeftên gelê Kurdistanê.

2- Kêşeyên siyasî bi hêz yan jî bi êrîşên leşkerî nayên çareser kirin, belku bi rêya bicîhkirina destûr û peymanan û bi rêya diyalogê tên çaresrkirin.

3- Dûpatkirina li ser birayetiya di navbera Kurd û Ereb û pêkhatên din weku bingeheke serekî ji bo hukimraniya Iraqê.

4- Beşdarên civînê xwazyarin aliyên îraqî û raya giştiya Iraqê rola xwe ya dîrokî li parastina demokrasî û damezrandinan û karê bi komel di birêvebirina desthilatê da bibînin.

 

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê

Partiya Şu’î(Komunist)a Kurdistanê 

Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê

Komela Îslamiya Kurdistanê

Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê

Tevgera Îslamiya li Kurdistanê

Partiya Demokrata Kurdistanê

 

Back to top button