Li Şemzînanê pevçûn: 2 leşker mirin 10 jî birîndar in
Çiyayên ku di nav sînorên Şemzînana Colemêrge de dimînin, li çiyayê Goman û Mergesorê, di navbera hêzên dewleta Tirkiyê û gerîlayên PKKê de pevçûn derketine. Di encama pevçûnan de tê ragihandin ku heta niha 2 leşjera jiyana xwe ji dest dane û qasî 10 leşkeran jî brîndar hene.
Leşkerêkî ku li ser nifusa Çanakkaleyê qeydkiriye, bi helîkopterê rakirine nexweşxana Wanê û li wira jiyana xwe wenda kiriye.
Tê îdiakirin ku, di pevçûnê de gerîlayên PKKê jî wendahî dane lê hejmara wan ne diyar e.
Ji aliyê walitîya Colemergê jî daxuyanî hat. Di daxuyaniye de tê îfadekirin ku, bi gerîlayên ku di nav haziriya êrîşekê de bûne re pevçûn derketiye û 2 leşker hatine kuştin, 10 keşker jî birîndar bûne.
Çendake ku li Şemzînanê, bi taybet jî hêzên hewayî yên dewleta Tirkiyê gellek herêmên ku gerîla hene dane ber bombebarandinê. Çend rojan berê jî hat îdia kirin ku, di pevçûneke li Şemzînanê de 15 gerîlaya jiyana xwe wenda kiriye lê heta niha ev agahiya nehate zelalkirin.
Operasyonên artêşa Tirkiyê bi awakî berfireh dewam dikin.