Polîtîk

Zemanê çekan boriye bila em bi diyalog û demokrasiyê heqê xwe daxwaz bikin

Zeynelabidîn Zinar li ser çareseriya pirsa kurd pirsî parlementerê Şirnexê  Dr. Mihemed Emin Dîndar  bersiv da. Kerembikin hevpeyvîna  Zeynelabidîn Zinar li gel parlementerê Ak Partiyê yê bajarê Şirnexê  Dr. Mihemed Emin Dîndar çêkirî.

Roja Pêncê Gulana 2012an, ez bi xûta hevpeyvîna bi çend parlemanên Kurd ên AK Partiyê re, çûbûm Enqerê. Piştî ku ez pêrgê dostên xwe parlemanê Êlihê (Batman) rêzdar Zîwer Ozdemîr û parlemanê Diyarbekirê rêzdar Galib Ensarîoglu bûm, min fêm kir ku ne tenê parlemanên Kurd, lê hin parlemanên ne Kurd jî hene ku serê xwe bi pirsgirêka Kurd re diêşînin. Di çar rojan de jimara parleman û du-sê wezîrên ku min hevpeyvîn bi wan re çêkirin an wê çêbibin geha 38an.

Bi giştî 22 pirsên me, ji parlamanan hatine pirsîn. Hinek ji wan ez rasterast bi wan re peyivîme û min dengê wan qeyd kiriye, hinek jî ji ber ku ne li Enqerê bûn, me pirsên xwe bi riya sekreter û muşawirên wan gehandiye destên wan.

Lê çend parlemanên Kurd ku bersiva wan bi zimanê kurdî zehmet bû herweha hinekên Tirk jî ku pirs ji wan re hatine hinartin, pirsên me jî, bersivên wan jî, bi zimanê tirkî çêbûne.

Yek ji wan, parlemanê AK Partiyê ku bi zimanê kurdî hem jî bi kurdiyeke zelal û paqij bersiva pirsên me daye, parlemanê bajarê Şirnexê rêzdar Mihemed Emîn Dîndar e.

Hevpeyvîna min bi Dr. Mihemed Emîn Dîndarî re, çendî ku roja 08. 05. 2012, saet li dora 17.00, li baxçeyê Parlemana Tirkiye/ Enqerê çêbûye jî, lê belê min kariye roja 27. 07. 2012 binivîsim û pêşkêşê Raya Giştî ya Kurd bikim.

Zeynelabidîn Zinar/Rojevakurd
[email protected]

Mihemed Emîn Dîndar û Zeynelabidîn Zinar


Zeynelabidîn Zinar: Rêzdar Mihemed Emîn Dîndar hûn dikarin xwe bidin naskirin.

Dr. Mihemed Emîn Dîndar: Ez sala 1959ê li Cizîra Botan hatime dinyayê û kurê Seyîd Selmanê Saetçî me. Min li Cizîrê mektebên xwe qedandin û dîvre min Îmam-Xetîb jî li Mêrdînê xilas kir. Dîvre min li Entabê Fakulteya Edebiyatê qedand. Dîvre ez çûm Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Tendurustiyê ya Cerah Paşayê 1985-86 min ew jî xilas kir. Dîvre min dest bi textoriyê kir, pêşî li Şîleyê û li hin deverên din textorî kir.

1991ê gava Kurdên me yên Eraqê koçber bîn û hatin vî aliyî, ez çûm Çelê (Çuqurca) û min xizmet ji wan re kir. Berî vê tarîxê jî, di 1988an de min li Diyarbekirê xizmet ji wan re kiriye.

Min ji kiçkayî ve his ji siyasetê dikir. Ez nedisekinîm, min diviya ku ez xizmetekê bikim. Çi ji me, ji miletê me û vî welatî re lazim be, bikim û piçekî behra xwe têxim navê.

1994 gava Receb Teyîb Erdogan bî (bû) şaredarê bajarê mezin yê Stenbolê, ez jî li belediyeya Baqirkoya Stenbolê endamê Meclisa Belediyê bîm 1999

Sê taybetmendiyên min ên taybetî hene ku ez hes ji wan dikim:

Yek: Ez misilman im.

Didu: Ez Kurd im û seyîd in, dibe ku eslê me Ereb be, lê gava yek sed sal di nava qewmekî de dimîne, dibe ji wî qewmî. Ev e bi sêsedsalan e ku ecdadên me di nava Kurdan de bi cih bîne, em jî bîne Kurd. Ji ber vê yekê ez his ji Kurdan dikim, ez his ji kurdîtiyê jî dikim.

Sisê: Ez hemwelatiyê Tirkiyê me û his ji dewleta Tirkiyê dikim li ser edalertê.
Çi mucadeleya ku ez tê de bim, ne muxalifê hersêkan e. Ji ber wê, ez dixwazim xizmeta hersêkan jî bikim. Heyata min hûlê domandiye û dê hûlê jî bidomîne.

Bila mirov ewil insan bî; ji berk u rengê me, ezmanê me û irqê me, ne di destên me de ne. Ew tiştê ku ne di destê meriv de bî, meriv nikare pê îftîxar bike, ne jî meriv dikare jê fihêt bike. Keyfa min tê ku Xwedê ez misilman dame. Heyfa min tê ku ez di nava qewmê Kurd de me, keyfa min tê ku ez di dewleta Tirkiyê de me jî.

1999ê ez ketim intixabata şaredariya Cizîrê û ez bûm serokê belediyeya Cizîra Botanê. Lê mixabin desthelatiya hingê zulm û tade û cînateyan pir dikir. Bi tirkî digotin “Faili mechul”, lê min digot: “Faili belli, sebebi mechul.” Ew kurdên ku li wê derê dihatin kuştin, ji aliyê peyayên dewletê ve dihatin kuştin. Yanî yên kuştinê dikirin kifş bîn. Ha ez di demeke wisa de bîm serokê belediyeya Cizîrê.

Lê nehiştin ku ez reîstiyê bikim, ez ji wezîfê girtim û qeymeqam danîn şûna min. Li ser vî qasî jî, herwekî ez dîsa serokê belediyê bim, her êvar encûmenên min dihatin mala min û me biryar dida ku em ê sibe vê xizmetê bikin, em ê filan û bêvan xizmet ji bajarê Cizîrê re bikin… Me welê çar sal xizmet dewam kir. Bi xebata me, pêşî me wan cinayetan da sekinandin, me harî û hîçikên ne spehî dane rakirin, me lembeyên elektrîkê ku jiqestî dişikandin da kuçe tarrî bin û xelk bête kuştin tev, me her êvar ampûlên nû lê dixist da kuçe ruhnî bin û kes bi rehetî neyê kuştin.

Ez di AK Partiyê de, di dewra 24an de wek parlemanê parêzgeha Şirnexê hatim hilbijartim. Gava em dibêjin “Şirnex” maneyeka wê jî heye ku bi wateya Şehrê Nûh Pêxemberî ye.

Nûh eleyhisselam hinga keştiya wî li ser avê bûye, dua kiriye û gotiye: “Ya Rebî, min dane devereke bi bereket.” Û çewa ku di Quranê de jî hatiye gotin: “Westewet elel Cûdîyyî…”. Li ser Çiyayê Cûdî rawestiya û li quntara Cûdî gundek heye hêjî navê wî Heştiyan e, dema Nûh Pêxember û hevalên pê re li wêrê rûniştine û avahî çêkirine, ew nav lê hatiye danîn. Piştre Nûh li keviya Dicleyê Cizîr ava kiriye. Eger meriv niho li xwezaya bajarê Cizîra kevn binere, eynî wek keştiya Nûhî ye. Li wê derê Nûh maye, zarûkên wî ji wê derê belav bûne û li dinyayê geriyane.

Ji Nûh Pêxemberî re dibêjin BABÊ DUYEM bo însanan. Herêmên li hawîdora Cizîrê niha jî bi navê zarûkên Nûh an neviyên wî têne binavkirin, weke Babul, Yafers, Badul, Endebul û Şernûh.

Zanîngeha ewil li dinyayê ku hatiye avakirin jî bi nave Medreseya Sor li Cizîrê çêbûye û insaniyet ji wirê belav bûye. Yê ku sibermetik(Bi tirki “güdümbilim”, bi Yunanî “kybernétes”, bi wateya  kontrol û hevgehandin-ZZ) , rubot, fitbakmekanizma (fitback mekanizma) û co mputer çêkiriye, Ismail Rezaz Cizîzî di dinyayê de yê pêşî ye ku ji Medreseya Sor derketiye.

Bapîrê Bedîuzeman jî ji Cizîrê bo belavkirina zanînê çûye Bedlîsê û li gundê Norsê girêdayê bi Hîzanê ve bi cih bûye.

 Nijadperestên Tirk çewa ku navê gundê Mele Seîdê Kurdî ku NORS bû kirine “Nurs”(i), navê gundê bapîrê me jî ku BÊCIRMAN bû, kirine “Curumlu Koy”. Bêcirmanî ji ber ku “seyid” bûne, bac ji wan nedihate wergirtin, ji ber hindê navê gund kirine bê cirm man. Ji van jêdetir navê rez, dahl, çiya û hemû deverên welatê me guhartine.

 

Dr.Dr. Mihemed Emîn Dîndar

 

 

Pirsa Kurd li Tirkiyê pirseke sereke ye. Gelo hûn vê çewa dibînin?

Rast e, mesela kurdî ya sereke ye û ya ewil e.


Li gor baweriya we, dê Hukûmeta AK Partîyê Pirsa Kurd çewa çareser bike?

Nihah Hikumeteke xurt lazim e ku ew hem desthelat be, qencî di dil de hebe û vê pirsê safî bike. Bi baweriya min wê hikûmeta AK Partiyê vê mesela Kurd çareser bike. Eger ne ev desthelat be,yanî ne AK Partî be û ne Erdogan be, ev pirs nayê çareserkirin.

Lê eger ev pirs çareser bibe, wê çi rewş derkeve hole?

Niho divê ewil mirov li ser hin tiştên giring bisekine.
Yek: Divê zimanê kurdî di xwendingehan de serbest bête xwendin. 
Dido: Ev navên dehl û çiya û gund û deverên me ku hemi guhertine, bi şûnde navê wan ên berê li wan werin vegerandin.
Sisê: Dibê nasnameya Kurdî têkeve qanûnê û were qebûlkirin. Û tiştên weha yên dî…

-Heta çi redeyê haya we jê heye ku pirsa kurd di medyaya kurdî de bi çi rengî tê gotubêjkirin?

Haya me ji medyaya kurdî heye lê niho ne miletê me yê kurmanc musaidiyê wê ye ku em van pirsan bînin ser masê û piçekî munaqeşe bikin, ne jî miletê Turk ji bo vê pirsê musaid e.  Fekre, du tiştên muhim hene. Yek, em Kurd nêzîkî ji %20-25 di Tirkiyê de hene. Gava em (wek AK Parti) heqê van bidin, divê em wanên dî ku ji %70-75 in jî nexeydînin.

Kurd ne tenê li Tirkiyê hene. Li gor baweriya we, ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê, divê Kurd wek milet çi bike?

Niha ev şer û qirênên ku li Tirkiyê hene, eger Berzanî nebe alîkar, heke Mam Celal nebe alîkar, heger ev dewletên cîranên me nebin alîkar, ev şer û qirên ji xwe xilas nabin. Divê hemî bi hev re tifaq bikin û gazin ji hev nekin, wê mesele hel bibe.

Li gor we, divê destûra nû ya Tirkiyê, ji bo çareseriya pirsa kurd çewa be?

Ev destûra nû ku bête çêkirin, ji ya kevn pir çêtir e. Eger ew tiştên ku me divên hemî tê de nebin jî, wê tê de pir tiştên giring û lazim hebin.

 

Li gor baweriya we, wê statuya kurdan bi çi rengî di destûra nû ya Tirkiyê de cih bigire?

Hêj miletê Tirk ne musaid e ku rengekî îdarê bidin Kurdan. Lê bi qeneeta min, wê xizmetna bikin lê wê ne bi şeklê otonormî, yan xweserî, yan federe  be. Lê eger em karibin tenê mafê demokratîk di vê dewrê de (dewra AKP a 24) bistînin, ji me re merheleyeke baş e û pêşketî ye.

Eve 9-10 sal in ku AK-Partî li desthelatiyê ye. Li gor we  heta niha çi tiştê pêwist ji bo kurdan kiriye?

Ya muhim ev e ku li welatê Kurdan li hemî cihan zanîngeh ava kirine. Çimkî problema Kurdan a mihum cehalet e û piştre jî feqîrî ye. Dema min li Cerahpaşayê dixwend, min nediwêriya ku ez bêjim ez ji Şirnexê me yan Cizîrî me. Lê elhemdulîllah va ye îro Zanîngeh li Şirnexê jî heye. Ev bipêşveçûnik pir zêde ye. AK Partî meselê aniye wê deverê ku yekî Kurd dikare li hemî cihan bi zimanê xwe biştexile û nayê cizakirin. Li gelek zanîngehan kursiyê kurdî hatiye danîn.

Berî niha 34 kesên me li Uludereyê hatin kuştin. Eger dewra berê bûya, wê çend keleşkof avêtibûna ser cinazeyên wan û wê gotibûna ”terorîst bûn, me ew kuştin”. Lê niho nikarin wê yekê bikin. Niha lêkolîn têne kirin, da ew kesên wesa kirine derkevin holê û bêtin cezakirin. Yanî ev tê wê manê ku êdî kes nikare li ser navê dewletê biçe û hemwelatiyên me yên Kurd bikuje.

Hun pêşeroja Tirkiye û çareserkirina Pirsa Kurd çewa dinirxînin?

Ez vê dibêjim: Bê Turkiye çênabe. Divê Kurd û Tirk li Tirkiyê rûnin û vê meselê hel bikin. Lê ne kesên ku temsîla Kurdan nakin bi wan (Tirkan) re rûnin. Ev gelik muhim e, divê temsîlîyeta Kurdan hebit. Eger mirovek rabe û bêje: ”Min deh an 15 parlemeter hene, ez ê temsîla hemiçkên Kurdan bikim”, ev xelet e. Çendî ku bê wan jî nabe, lê divê yê kurd temsîl dike hebe.

Sîstema demokrasiyê pir xweş e. Gelo heta pirsa kurd çareser nebe, hûn bawer dikin ku wê demokrasiyeke rasteqîne li Tirkiye têkeve jiyanê?

Ne mumkin e. Divê ile(him) mesela Kurd bê çareserkirin, dîvre demokrasî were.

Li gor dîtina we, wê doza Ergenekon û Balyozê heta kuderê here?

Hema ez vê dizanim, di vê meselê de heçi insanê ku suc kiriye, li kurê be û heta kurê çûbe, wê bête domandin. Çimku çare nîne. Eger neçit, wê dîsa heşîn bibit.

Tê gotin ku Ergenekona Kurdan jî heye. Hûn di vê derbarê de dikarin çi bêjin?

Belê, heye. Heger Ergenekona Kurdan nebit, wê ew insan li ser navê Kurdan xet bikin, wê ew insan bi Kurdan re hereket bikin. Ma te daweyek dîtiye ku li ser navê miletekî bête kirin û ji %90 jê bête kuştin? Min bi xwe nedîtiye û ne bihîztiye. Ji ber wê yekê, ev Ergenekona Kurdan e û Kurdan dide kuştin.


 

 

Ji bo çareseriya Pirsa Kurd Serokwezîr stratejiyeke nû eşkere kiriye. Hûn vê yekê çewa dinirxînin?

Stratejiya nû hêj net (safî) ne kifş e. Çire? Hem miletê Tirk ne musaidê wê yekê ye û hem miletê Kurd negihaye wê derecê ku bikare li ser masê rûne. Me divê eqilmendên miletê Tirk û Kurd, bi hev re lê ne li hisiyata xwe, bi eqlê xwe hereket bikin. Eger hisiyat li pêş be, ev mesele nameşe.

– Heta PKK dest ji çek bernede û operasyon ranewestin, dê çewa Pirsa Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin?
– Niho PKK eger dest ji çek bernede, çare nîne û çareserî jî çênabe. Çareserî ne çek in. Lê mana wê ne ew e ku hinga ev dest ji çek berdin, insanên ku sûc nekirine, xeta nekirine, bêne kuştin an bêne girtin û têkevin hebs û zîndanan. Guhê xwe bidê: 1980 heçî insanê hate girtin û ketî zindanan, piştre gava hate berdan, çûne serê çiyan. Nexwe girtin, hebs û zindan, ne çareseriya van meselan e. Divê em çareseriyeke dî peyda bikin.


Hûn pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê, çewa dinirxînin?

Em wan pêwendiyan baş dibînin û gelek jî taze (rind) ye. Wê roja hanê jî dîsa hevûdu dîtine. Ez bawer dikim ku Kurdên me yên Îraqê di mesela Kurdên Tirkiyê de jî û di mesela xwe bi xwe de jî taze difikirin.
 
Ev pêwendiyên erênî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, li Tirkiyê dê çi bandor li çareseriya Pirsa Kurd bikin?

Niho Kurdên me yên Îraqê, mesela Kurdên Tirkiyê ji me çêtir dizanin. Dibêjin, eger ew (Kurdên Tirkiyê) tiştekî bo xwe bikin, em ê jî alîkariya wan bikin. Çend caran min bi xwe ji Serok Berzanî pirsiye, min gotiye: ”Tu derheqa Kurdên Turkiyê de çi difikirî?” Gotiye min: ”Ew biraderên me yên Tirkiyê ji me çêtir mesela xwe dizanin. Eger xizmetek hebe, em bo wan dibin arîkar.”

Di baweriya we de Turkiye çiqas nêzê Yekîtiya Ewrûpayê bûye?

Qetîyetle Ewrûpa grûbek, kitleyek yan qilûbeke Xiristiyanan e; Turkiyeyê qebîl nake û wê neke jî. Lê bi xêra Ewrûpayê piçikek demokrasî hatiye Tirkiyê, em bi wê jî minetdar in.

Kurdên Kurdistana Îraq û Sûriyê, berê tev hemwelatiyên Imperatoriya Osmanî bûne. Sedemekî ku îro ew û Turkiyeya Komarî ji hev dûr bimînin çi ye?

Tiştê ku min ji dinyayê fêm kiriye, gerek e Kurdên Tirkiyê jî bigehin heqê xwe, Kurdên Îraq û Sûriyê jî, heta belkî yên Îranê jî. Gerek e dîsa wek dewra Osmaniyan, Turkiye bikare biratiya xwe li wan bike xwedî, ne ku niheqî li wan bike û heqê wan bixwe. Lê belê rewşa Kurdên Îranê hinekî cuda ye.

Çewa ku tê zanîn, di 1514an de peymanek bi navê PEYMANA AMASYAYÊ di navbera Mewlana Idrîs Bedlîsî û Selîmê ku piştre bûye Sultan de hatiye îmzekirin. Ev peyman li ser biratiya Kurd û Tirk bûye. Gelo peymaneke wisa di pêşerojê de dîsa ne mimkun e ku di navbera Kurd û Tirk de çêbibe?

Heta peymaneke wisa çênebe, hizûr jî çênabe. Hema dibêjin Kurd û Kurd… Em Kurd çi dixwazin? Tiştên ku Xwedê Teala wek heq daye mirovan çi bin, em hemîçkan dixwazin. Hema kurt û kurmancî… Zerera miletê Tirk jî di wan mafan de nîne.

Gotineke we ya taybetê heye ku hûn dixwazin li ser Pirsa Kurd an wekî din bibêjin?

Mesaja min ev e: Zemanê çekan boriye, bila em bi diyalog û demokrasiyê heqê xwe daxwaz bikin û bi van riyan bidomînin. Kîjke heq? Ew heqê ku Xwedê daye mirovan, em hemî daxwaz bikin.

Zeynelabidîn Zinar: Spas ji bo bersiva cenabê te.

Dr. Mihemed Emîn Dîndar: Ez jî spas dikim û Xwedê teala hevpeyvîna we ji  bo miletê me bi xêr bike.

 


Rojevakurd/Taybet

Back to top button