Goran xwe di nav tevgera kurd de nabîne
Ji bo pirsgirêka di navbera Arteşa Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê û daxwaza ku Malikî artêşa Iraqê rêbike Xabûr, bûye sedemê aloziyekî navbera Kurdistanê û Iraqê de.
Pêşmergeyên Kurdistanê bi tu awayî rê nedan ku Artêşa Iraqê bikêvê Kurdistanê û serokê Kurdistanê bi helwestek netewî da xuyakirin ku, ew bi tu awayê rênadin ku kesek berjewendiyên kurda binpê bikin.
Li ser vê rewşa dawî serokê Kurdistanê bangî hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê kir û rewşa dawî nirxandin û Barzanî girîngiya yekrêziya mala kurd anî ziman û behsa helwesta hevbeş ya kurdan ji bo parastina berjewendiyên miletê kurd kir.
Tevgera Goran tevlî vê civînê nebû û da xûyakirin ku ew naxwazin bibin dûvikê keşekî di vê pirsê de. Tevgera Goran eger parastina berjewendiyên miletê kurd wek paşkoya aliyekî bibîne, tiştek mirov bikaribe ji vê tevgerê re bibêje namîne.
Li ser vê daxuyaniya Tevgera Goran serokatiya hêrêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Ev deqêdaxuyaniye serokatiyê ye:
Tevgera Goran li beyannameyek da wê yekê ragihandibû ku amadeya civîna îro ya hêz û aliyê siyasiyan nabê û nabê paşkoya tu aliyek.
Ji bo agahdariya hemû aliyek Serokayetiya Herêmê hemû aliyê siyasiyan vexwendibû vê civînê, lê belê Goran pêşwext biryara boykotkirinê da.
Tevgera Goran azade li her reftarek lê belê nehatina wan dijî yekrêziya gelê Kurdistane û kesek jî daxwaz nekiriye bibê paşko.
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
30/07/2012