Polîtîk

Li Rojava pîrozbahiyên girseyî

Li Kurdistana Rojava, damezrandina DKBê (Desteya Kurdî a Bilind) hate pîrozkirin. Gelê Kurdistanî, di serî de Heleb, li gellek bajar û deveran, dakete kolanan û bi meşên girseyî û sloganan DKB slav kir. Di meşan de a herî balkêş ew bû ku, sûretên gellek rêber û serokên Kurdan, bi hev re xwepêşandanan hildan. Di meşa girseyî a Helebê de, meşvanan bi sloganên ku avêtin dilsoziya xwe û bextewariya xwe a li hemberî yekitiya Kurdan nîşan dan. Sloganên xwepêşandanan hinek wiha bûn: Yeke yeke yek, gelê Kurd yek e, bijî azadî, bijî yekitiya gelê Kurd.

Di meşa girseyî de, her der bi rengên kesk û sor û zer hatine xemilandin û meşvanan ala Kurdistanê bilind kirin. 

Meşvanan pankartên wek, “Desteya Kurdî a Bilind nûnera me ye” jî hildan. Dîsa di meşê de a herî balkêş, sûretên Serok Barzanî û Ocalan li kêleka hev hildan.  

Back to top button