Amerîka herêmeke xweser a Kurdan naxwaze

Cîgirê Wezîrê Karê Dervê yê Amerîka Philip Gordonê ku berpirsyarê karên li Ewrupa û Ewrasyayê ye, bi serdaneke ku rojekê ajot çû Tirkiyê û bi rayedarên dewletê û karsazan re hate cem hev.
Pihilip Gordon, li ser mijara Suriyê daxuyanî dan û diyar kir ku, berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê li Suriyê yekin û wana bi hev re pirr nêzik dixebitin. Gordon dibêje, em bawer dikin ku Esadê biruxe û ji bo Suriyeke demokratîk em piştgiriyê didine muxalifan.
Li ser pirseke, “Li bakurê Suriyê, bi PKKê ve girêdayî Kurd, ji bo Suriyê jî qala otonomiyeke wek Kurdistana Başûr dikin. Amerîka wê qebûl dike?” Gordon wiha bersivandiye, “Amerîka, di mijara Kurdan de, di du mijaran de kare zelal biaxife. Dema em dibêjin, li Suriyê lazime herkes tevlî muxalefetê bibe, em dixwazin ku li Suriyê her komeke meşru, li hember Esad dengê xwe bilind bike, Kurd jî teva vê ne. Di vê mijarê de ti guman tine ne. Em di mijareke din de jî zelal difikirin, em di pêşeroja Suriyê de, herêmeke otonom a Kurdan nafikirin. Em Suriyeke yekbûyî dixwazin. Me him ji Kurdên Suriyê re û him jî ji Tirkiyê re eşkere kiriye ku, em ti cara piştgiriyê nadine xweseriyê an cudaxwziyeke li Suriyê. Em difikirin ku ev zemînekî şemitok e.”