Dosya

Enqere daxwaza çi ji Barzanî bike

 

Biryare îro yan sibê, li ser meseleya şoreşa Suriyeyê û bi taybetî pirsa kurd li rojavayê Kurdistanê,  Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê serdana herêma kurdistanê bike. Di dema serdana xwe de wezîrê derve yê Tirkiyeyê dê şeş niqteyan ku, hikûmeta Tirkiyeyê li ser rêkeftiye, digel serok Barzanî minaqeşe bike:

 Bi tu awayî rê nayê dan li bakurê Suriyeyê, beriya jinavçûna hikûmeta Esed î, qewareyekî federalî yan otonomî ava bibe, jiber ku Enqere di wê baweriyê de ye avabûna qawareyek li ser esasê netewî dê ziyanê bigihîne şoreşa surî.

1- Enqere dijatiya avabûna herêmeke federal yan otonomî li bakurê Suriyeyê nake, lê bi yek şertî, divê ew herêma federal yan otonomî di destûra piştî Esed de bicih bibe û ji aliyê hemû pêkhatên surî ve bê qebûl kirin.

2- Jiber sedema bûyerên bakurê Suriyeyê,  Enqere dest ji piştgiriya şoreşa surî bernade û dê li ser piştevanîkirina meclisa netewîya Suriyayê berdewam be.

3- Enqere daxwazê ji meclisa netewêya Suriyayê û eşîretên deverê dike ku, rê li pêşiya avabûna qewareyekî dibin kontrola PKKÊ de be bigirin.

4- Her dema PKK ji bona kontrolkirina bakurê Suriyeyê hewil bide, hîngê dê hikûmeta Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst werbigire û  eger pêwîst be dê êrîşî bingehên PKKê li bakurê Suriyeyê jî bike.

5- Enqere bi wê yekê re ye ku li ser pirsa kurdên surî digel Barzanî hevkariyê bike.

Dema Ehmed Dawudoglu serdana herêma Kurdistanê dike dê van niqteyan digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî behis bike û dê ”Ji Barzanî re bêje piştgiriya PYD neke, eger na, Suriya parçe-parçe dib eû hemû alî dê ziyanê bibînin.”

 

Back to top button