Polîtîk

Em di nav destên Barzanî de bûne lîstika zarokan

Oktay Vural cîgirê serokê MHPê li parlamentoya Tirkiyeyê li ser helwesta hikûmeta tirkî li hember rojavayê Kurdistanê, di preskonferensekê de got ku, serokwezîrê Tirkiyeyê hêşta nizane çi li Suriye diqewime:

Oktay Vural got: Erdogan serokwezîrekî wisa ye hîşta nizane li Suriye çi diqewime û dibêje meclisa kurdên surî çîye? Eger tu nizanî,  vaye ez ji te re bêjim; ew Meclis di 10ê vê mehê de li Hewlêrê avabû û serokê PYD ê jî li Hewlêrê bû. Dema ew meclis hat avakirin, çima Erdogan peyamek ji Barzanî re neşand? Rojbaş Erdogan, ew rêkeftina di bin kontrola Barzanî de hatî îmzakirin pêngav bi pêngav tê cîbicîkirin. Diviyabû Komara Tirkiyeyê hinge ew kar bikraya û helwest li hember Barzanî nîşan bidaya.

Oktay Vural cîgirê serokê MHPê li parlamentoya Tirkiyeyê rexne li helwstên Erdogan digire û dibêje ku serokwezîrê Tirkiyeyê berê digot ku ew bi ti awayî rê nadin Îraqê parçe-parçe bibe û ji bo Tirkiyeyê mixatib hikûmeta nawendî a Îraqê ye:

“ Erdogan  hertim digot ew rê nadin Îraqê parçe bibe û mixatibê me hikûmeta nawendî ye, lê îro em dibînin ku hikûmeta nawendî her diyar nine, heye û tuneye her bi tenê Barzanî ye. Te bixwe nedigot nefta Îraqê bo hemû îraqiyan e? çima îro ji bakurê Îraqê neftê dikirin?

Vural berdewambûna daxuyaniya xwe de got: Îro em di destê Barzanî de weke lîstikên zarokan in û wezîrê derve yê Tirkiyeyê diçe cem Barzanî û çaverê tê kirin ku Barzanî tiştekî bike.

 

 

Back to top button