Wezîrê pêşmerge serdana Zûmar û Rebîe kir

Wezîrê pêşmerge yê Kurdistanê, Cefer Mistefa serdana hêzên pêşmerge li deverên Zûmar û Rebîe, ku çend roj berê rê li artêşa Iraqê girtûbûn kir.
Berpirsekî pilebilind yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re got, îro wezîrê pêşmerge, Cefer Mistefa bi hinek fermandeyên pêşmerge serdana yekîneyên pêşmerge li deverên Zûmar û Rebîye kirin.
Wî berpirsî, diyar kir, serdana rayedarên wezareta pêşmerge bo deverên han, bo wê ye ku ji nêzîkî de li rewşê û asta amadebaşiya hêzên pêşmerge agahdar bibin û heke arîşe yan pêwîstiyek wan hebe bê dabînkirin.
Jêderê han, da zanîn, her wiha serdanên bi vî awayî bo hêzên pêşmerge bo bilindkirina rewşa derûniya wan e.
Hat gotin, duh jî, lêjneya pêşmerge ya parlamentoya Kurdistanê, serdana deverên Zûmar û Rebîe kiribû ku çend roj berê li wir navbera artêşa Iraq û pêşmerge de alozî derketibû.