Polîtîk

Ez amademe herim parlementoyê û behsa rastiyan bikim

 

Di hinek medya erebî û kurdî de nûçe hatin belav kirin ku, parlementoya Iraqê ji bo aloziyên di navbera hukumeta nawendî û herêma Kurdistanê de destdayî,dixwazê serokê Kurdistanê li parlementoyê bikin mêvan da ku rewşa heyî zelal bike.

Li ser van nûçeyan serokê Kurdistanê Mesud Barzanî daxûyaniyek nivîskî balav kir û da xuyakirin ku, ew her dem amadeye herê parlementoya Iraqê û rewşa heyî bi berfirehî zelal bike.

Ev deqê daxuyaniya serok Barzani ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li hinek medyayên Iraqî de wiha hatiye belavkirin ku hejmarek ji Parlementerên Iraqê mijulin ji bo mîhvandarîkirina min daxwazek pêşkêşî Serokayetiya Encumena Nûneran bikin.

Rêzekî min ê zêde ji bo wê Encumenê heye ku bi hemû pêkhatên xwe ve nûnerayetiya hemû gelê Iraqê dike û şanaziyê jî bi wê yekê dikim ku hindî şiyana xwe me beşdarî li afirandina hal û mercekî wiha kir ku îro Iraq bûye xwedî Encumenekî wiha.

Ji bo wê yekê her demek ew Encumen bixwaze mîhvandariya min bike amademe li ber wan amade bim û behsa hemû rastiyan ji bo wan bikim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/07/2012

Back to top button