Polîtîk

Totalê jî bi Kurdistana Başûr re peyman mor kir

Şîrketa Fransa a di nav yên herî mezin de Totalê, bi Kurdistana Başûr re peymana neftê mor kir. Ji rêvebiriya Totalê hat daxuyandin ku, ji bo karibin li Kurdistana Başûr neftê derxînin, ji ser  şîrketa Amerîkî Amerîkan Marathon Oilê, 2 peymanên ku destûrê didine neft derxistnê, wana ji %35 tevlî bûne.

Hat ragihandin ku, derên Tatol dike lêgerîna neftê bike, Harir û Safen in.

Di meha hezîranê de, hikumeta Iraqê şîrketên Fransayê hişyar kiribûn û tehdid kiribûn ku, ger bi Kurdistana Başûr re peymana mor bikin, wana peymanên bi Bexdayê re hatine morkirin wê betal bikin. Dîsa hikumeta Iraqê îfade kiribû ku, êdî şirketa Cheron jî, xeynî Kurdistana Başûr nikare li ti herêma lêgerîna neftê bike.     

Back to top button