Polîtîk

Êdî Rusiyayê jî berê xwe da Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, duhî êvarî li bajarê Hewlêrê, digel Mîxayîl Bogdanov nûnerê taybetî yê serokê Rusiyaya federal ji bo karûbarên Rojhilata Navîn civiya.

Di civînê de ku, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe behsa giringiya têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Rusiyaya federal kir û got:

Em gelek bi giringî li têkeliyên xwe yên digel Rusiyaya federal dinêr in. Em di wê baweriyê de ne ku, ji bo pêşxistina wan têkeliyan derfetên minasib hene.

Serokwezîr got jî ku têkeliyên navbera Kurdistan û Rusyayê têkeliyên dêrîn û dîrokî ne û divê di qonaxên bên de sud ji wan peywendiyan bê wergirtin û got:

Deriyên herêma Kurdistanê bo kompnaiyên rusî vekirîne û li gor qanûna sermayerazandinê a herêma Kurdistanê û ji bona berjewendiyên her du gelên dost, ew dikarin di warên cihê de beşdariyê di pirosesa avadankirin û geşkirina Kurdistanê de bikin.

 Teşwêqkirina kompanî û berhemhênerên rusî ku, li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin û çewaniya berfirehkirina hevkarî û hevahengiyê di navbera her du aliyan de di warên cihê de mijareke din a civînê bû.

Ji aliyê xwe ve Mîxayîl Bogdanov nûnerê taynetî yê serokê Rusiyaya federal bo karûbarên Riojhilata Navîn got ku hikûmeta rusî jî bi çavekî taybet li têkeliyên digel herêma Kurdistanê dinêre û qîmeteke taybet dide wan têkeliyan û Rusiya dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re xurt û berfirehtir bike bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be û got:

Gel û hikûmeta rusî hevsoziyeke mezin digel gelê Kurdistanê heye. Ew têkelî jî bo beriya niv qirnî vedigerin.

Bogdanov bi navê serokatiya Rusiyaya federal Nêçîrvan Barzanî bi fermê bo serdana Rusiyayê vexwand û serokwezîrê Kurdistanê jî ew dawetname qebûl kir.

Her di vê civînê de, kirîza siyasiya Îraqê û pirsên girêdayî herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê û çewaniya çareserkirina wan pirsan hat minaqeşe kirin. Di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd li ser helwesta hikûmeta Kurdistanê kir û got:

Baştirîn rê ji bo çareserkirinma pirsên siyasî cîbicîkirina destûra Îraqê, cîbicîkirina rêkeftinên siyasî û misogerkirina hevbeşiya rasteqîne di pirosesa hukimdaiya welêt de ye.

 Heyeta Rusiyaya federal ji cîgirê wezîrê enerjiyê û hijmareke berpirs û rayedarên wezareta derve û konsulxaneya rusî li Hewlêrê pêkhatibû.

Back to top button