Îdiaya; Carla Sarkozy terk dike

Kovara Îtalî a Panorama, îdia kir ku, Carla Brunîya ku di sala 2008 an de bi Serokomarê Fransa Nicholas Sarkozy re zewicîbû, di meha sala ku em ê têde ne, meha kanunê de wê Sarkozy biterkîne. Di Kovara Panorama de tê gotin, piştî wenadikira hilbijartinên serokomariya Fransa, Nicholas Sarkozy derbeya mezin a duyem wê ji Carla Brunî bigre. Carla Brunî plan dike ku, zarokê xwe jî bigre û Sarkozy bi tenê bihêle.
Carla Brunî, ji bo ku Sarkozy di hilbijartinên nav partiyê de yên ku di meha mijdarê de wê pêk werin zirarê nebîne, ev biryara ku girtiye, heta meha kanunê yanê piştî hilbijartinên nav partiyê talox kiriye.
Carla Brunî her tim di cîhana magazînê de dibe nûçe. Derbarê Carla û Sarkozy de gellek tişt têne gotin. Berê jî hatibû îdiakirin ku, Carla Brunî wê piştî hilbijartinên serokomariyê ê sarkozy terk bike.