Wezareta Hundir, şaredarê Sêrtê Selim Sadak ji peywirê girt
Bi biryareke nepayî, wezareta hundir a Tirkiyê, şaredarê bajarê Sêrtê Selîm Sadak yê BDPî ji peywirê durxist.
Hinceta ji peywirê girtina şaredar Selîm Sadak jî, hat ragihandin ku, berê cezayekî girtîgehê a 10 mehan girtiye û li ser vê, wezareta hundir serlêdana 8.daîra şêwirendiyê kiriye û li ser vê biryarê şaredar Sadak ji peywirê hatiye durxistin.
Hêjayê gotinêye; di hilbijartina sala 2009 an a şaredariyan de, BDPê nêzika sed şaredar qezenç kiribû. Heta niha gellek şaredarên BDPî, bi operasyonan û pirranî jî, di bin navê operasyonên KCKê de hatine girtin û niha li girtîgehên cuda zindankirîne.
Çend meha berê jî, li Wanê operasyon ji aliyê polîsan ve hatibû lidarxistin û şaredarê Wanê Bekir Kaya, bi heman hincetan pêşiyê binçav kiribûn û dûra jî xistibûn zindanê.