Nivîsar

Ziyaretên Barzanî, rewşa Iraqê, helwesta PKK/BDPê

Ziyaretên Dîrokî Yên Barzanî, Rewşa Iraqê, Helwesta PKK/BDPê…

 

Îbrahîm GUÇLU

İ[email protected])

Li Rojhilata Navîn û li Iraq û Suriyeyê rûdanên nû yên girîng tên holê. Bihara Ereban li Suriyeyê bi şerê hûndir dom dike. Li Iraqê di navbeyna Şîiyan û Suniyan de, di navbeyna şîiyan bi xwe bi xwe de, di navbeyna Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Federal de nekokî kûr û zêdê dibin. Li Iraqê bi taybetî jî pirsgirêk: Di navbeyna hêzên suniyan serokwezîr de ye. Di nevbeyna desthilatdariya Kurdistanê û serokwezîr Malîkî de ye. Lewra serokwezîr Malîkî wek berpirsiyarekî dewleta federal tevnagere. 

Tê zanîn ku dewleta federal, dewleta miletekî û grubeke etnîkî, olekî û mezhebekî nîn e, dewleta hemû miletan û grubên etnikî, ol û mezheban ne. Loma jî Dewlata Federal ya Iraqê bes dewleta miletê ereb û bi taybetî dewletan olan û  mezheban nîn e.

Hezar mixabin serokwezîr Malîkî dixwaze ku dewleta federal bike dewletek mezhebî. Dema ku dixwaze dewleta federal bike dewletek mezhebî, beşek şîî jî, ji derveyî konsept û hesabên serokwezîr Malîkî ne. Loma jî hemû berpirsiyariyên girîng û bilind yên dewletê di kesayetiya xwe de dicivîne û dixwaze li Iraqê sîstemek otorîter ya wek dema Baasî/Saddamî ava bike. 

Serokwezîr Malîkî bi Saddamê dema nû tê bi nav kirin.

Ji aliyê din de dema ku serokwezîr Malîkî dixwaze qerektera dewleta federal biguhere, pişta xwe jî dide sîstema teokratîk ya Komara Îslamî ya Îranê. Bi vê helwestê jî li dijî konsepta dewletavakirina federal derdikeve û dewleta federal ji dostên wan, bi taybetî jî dixwaze ku ji Dewletên Yekgirtî ya Amerîkayê (DYA) dûr bixwe. Ew wê demê hem gelek bi rehetî dikare desthilatdariya xwe xurt bike û bidomîne, hem jî sîstemek otorîter avakirin gelek hêsan dibe. 

DYAyê jî vê rastiyê dibîne, loma bi Herêma Federe ya Kurdistanê û bi suniyan dixwaze ku li hemberî sewrokwezîr Malîkî bendekê çê bike. Wê demê mumkin e ku Malîkî zêde nikaribe ji çarçeweya dewleta federal derkeve. 

Serokwezîr Malîkî li vir jî raneweste, bi rejîma dîktator ya Baasî/Esadî ya Suriyeyê re jî pêwendiyên xwe xurt dike. Bi vê yekê gelek aşkere îlan dike ku li Rojhilata Navîn di eniya otorîter û ne demokrat de cî digre. Ev helwesta jî li dijî konsepta dewleta federal û demokrat e. 

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di van şertan de biryar da ku DYAyê, çend dewletên Ewupayê û Tirkiyeyê ziyaret bike.

Lê Serokê Kurdistanê beriya ku dest bi ziyareta xwe bike, girêdayî helwesta serokwezîrê Iraqê Malîkî û otorîterbûna Iraqê, di derbarê dewleta serbixwe ya Kurdistanê û yekîtiya miletê kurd de nêrînên xwe gelek aşkere anîn ser zimên. Diyar kir ku “heger helwesta Malîkî bi vî awayî dom bike, wê demê miletê kurd, Herêma Federal ya Kurdistanê ne mecbûr e ku bi desthilatdariyek otorîter û faşîzan re jiyana xwe bidomîne.” 

Nêrînê xwe kûrtir kir û got: “Miletek ne mecbûr e ku bi zorê heta heta ji hevûdu cûda jiyana xwe bidomîne. Dîsa du milet ne mecbûr in ku bi zorê heta heta bi hev re bijîn. Miletê Elman heta heta ji hevûdu cûda jiyana xwe nedomand. Miletê Elman û dewleta elman yekîtiya xwe pêk anî. Miletê Çek û Slovak jî di encamê de bi rêyek aşitî û demokrat ji hevûdu cûda bûn û bûn du dewletên ser bi xwe. Miletê kurd jî miletek e, Kurdistan jî welatek e. Parçebûna Miletê kurd û Kurdistanê jî heta heta nikare bidomîne. Rojek dê bê mikletê kurd û Kurdistan dê yekîtiya xwe ava bikin. Miletê kurd jî xwediyê maf e ku dewleta xwe ya serbixe û çarenivîsiya xwe bi destê xwe tespît bike.”

Ev helwest û nêrînên Serokê Kurdistanê ziyaretên wî hîn girîngtir kir û ziyaretên wî kir ziyaretêndîrokî. Lewra bi ew helwest û nerînên xwe Serokê KJurdistanê ji bona serokdewletê DYAê raste rast, ji bona  Tirkiyeyê jî bi awayekî xwest ku rojevekê çê bike û ew li ser vê rojevê bifikirin. 

Dema ku DYAyê û Tirkiyeyê bi Serokê Kurdistanê re danûstandin bikin û rûnin, bizanin ku helwesta wî çi ye.

Ez di wê baweriyê de me ku Serokê Kurdistanê di ew stratejiya xwe de jî serkeftî bû. Aşkere bû ku rewşa Herêma Federe ya Kurdistanê dê di pêşerojê de çi bibe, hatiye gengeşî kirin. Di vê pirsê de jî helwesta DYAyê xuya dike ku negatîf nîn e, piştgir e. Helwesta Tirkiyeyê jî ne wek berê ye. Ew jî gor rastiyan Iraqê, siyaseta xwe ya di derbarê Iraqê de ji çav derbas dikin.

                                                                    *****

Serokê Kurdistanê di van şertên taybet de dest bi ziyaretên xwe kir. Di destpêkê çû DYAyê. Li DYAyê ji aliyê serokdewletê DYAyê ve wek serokekî dewletek serbixwe hat pêşniyaz kirin. Pişt re ziyerat xwe li gelek welatên Ewrupayê domand. Her çiqas di nexşerêya  ziyareta wî de tune bû jî, hat Tirkiyeyê jî ziyaret kir. 

Ev yeka bi xwe jî ziyareta Tirkiyeyê ya Serokê Kurdistanê watedar kir. Lewra diyar dibû ku ew ziyareta bi daxwaz DYAyê û serokdewleta DYAyê Barak Obama pêk hat. Loma jî ziyareta sê terefan bi awayekî di nav konseptekê de gihîştin hevûdu.

Piştî ziyaretên Serokê Kurdistanê, mijarên ji aliyê Serokê Kurdistanê, DYAyê û Tirkiyeyê hat diyar kirin, derxist holê ku rojeva herdu ziyaretan wek hevûdu bûn. Rojev jî ji wan mijaran pêk dihat: 1- Bi giştî rewşa Iraqê, bi taybetî rewşa serokwezîrê Iraqê Malîkî, pêwendiyên wî yên Îranê û Suriyeyê, 2- Bi taybet rewşa Suriyeyê û helwesta kurdên li Suriyeyê li hemberı muxalefeta ereb û dîktatoriya Baasî/Esadî, 3- Ewlekariya Iraqê û girêdayî ewlekariya Iraqê rewşa PKKê.

Di encama ziyaretên Serok Barzanî de xuya dike ku pirs û mijarên girîng hatine niqaşe kirin, di navbeyna du teref û sê terefan de lihevkirinek pêk hatiye.

Lê gelek aşkere ye ku li Amerîkayê li ser dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî hatiye rawestandin. Hemû opsîyon ji çav hatine derbas kirin, di esasî de nexşerêyek di çarçewa dewleta Federal de hatiye diyar kirin. 

Lê dema ku di rewşa serokwezîr Malîkî de guhertinek çê nebe, rejîm ber bi dîktatoriyê û otorîterîzmê biçe, bibe beşek ji rejîma Îranê, wê demê jî dê çi bê kirin, ew mijaran jî hatine qise kirin.

Loma jî piştî ziyaretên xwe Serokê Kurdistanê gelek vekirî diyar kir ku ew heta Meha îlonê derfet didin Malîkî û hikûmeta navendî ya federal ku pirsgirêkan çareser bikin. Heger pirsgirêk çareser nebin, dê di dîsa di meha îlon de ji bona serxwebûna Kurdistanê referandûmê  lidarbixin. Encama referandûmê çarenivîsiya miletê kurd dituyar bibe. Dis ala 2005-an de miletê kurd ji bona dewletek serbixwe deng dabû.

 Helwesetek bêedeb…

Wek her car ji ziyaretên Serokê Kurdistanê, PKK/BDPê gelek ecız bûn. Hîn di destpêkê de li hemberî Serokê Kurdistanê helwestek bêedeb, ne di cî de û ji devreyî rastiyan diyar kirin. 

Li ser navê PKKê Murad Karayilanî diyar kir ku “Bila Serokê Kurdistanê nayê lîstika Dewleta Tirk.” 

Piştî Karayilanî, Hevserokê BDPê Selahaddîn Demîrtaşî wek Mizikaciyên Brêmênê nêrînên xwe anîn ser ziman. Got ku “Amerîka û Tirkiyeyê dixwaze bi zorê Mesud Barzanî bike serokên hemû kurdan. Belê Mesut Barzanî serokekî kurdan e, lê ji derveyî wî jî Celal Talabanî û Ocalan jî serokên kurdan e. Mesud Barzanî ji derveyî kurdên Başûrî li ser kurdên beşên din bandorek û tesîrek wî tune ye.”

Divê baş bê zanîn ku Mesud Barzanî bi rêya û zora Amerîkayê û Tirkiyeyê nebûye serok û nabe serokê Kurdistanê. Lewra Mesud Barzanî dema ji aliyê dîrok de bê analîz kirin û şirovekirin, gelek aşkere derdişke holê ku ew serokê Kurdistanê yê xwezayî ye. Ew û Bavê wî Mele Mistefa Barzanî û kalikên wî sed sal in ku ji tevgera Kurdistanê re bi fedakarî pêşengî dikin. 

Gelê Kurdistanê ji wan hez dike û ji wan re rêz digre. Loma jî serokatiya wan, gelê kurd bi dilsozî pejirandine û di heman dem de serokên kurdan yên manewî ne jî.

Di heman dem de jî Serok Barzanî ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê de bi hilbijartinê bûye serokê Kurdistanê. Dinyayê û di serî de jî Amerîkayê ew wek serokekî rewa pejirandiye.

Amerîka, Herêma Federe ya Kurdistanê, Tirkiye xwediyê rejîmên demokratîk in. Amerîka û Tirkiye serokên xwe bi hilbijartinê diyar dikin, dê serokê Kurdistanê çawa bi zorê bidin diyar kirin.

Serokê Kurdistanê/Herêma Federe ya Kurdistanê û Tirkiye û Îsraîl ji bona Amerîkayê sê aktorên girîng in.

Serokê Kurdistanê, li Iraqê, li Îranê, li Suriyeyê û li Tirkiyeyê jî ji bona kurdan û mijara Kurdistanê aktorekî girîng e.

Loma  hevserokê BDPê jî roja duyemîn, an jî roja seyemîn mecbûr bûn ku biçin Serokê Kurdistanê ziyaret bikin.

Dîsa bi salan e ku ew ji serokê Kurdistanê daxwaz dikin ku “Konferansa Kurdistanê” lidarxe. Lewra ji devreyî wî jî tukes nikare bi serê xwe û wek dezgeh “Konferansa Kurdistanê” lidarxe.

Heger Serokê Kurdistanê xwediyê bandor û rolek girîng nebe, ev hemû rûdan ji aliyê wî de nayên holê.

Divê berpirsiyatrên PKK/BDPê dev ji bêedebî berdin, rastiya Serokê Kurdistanê fahm bikin.

 

Amed, 30. 04. 2012   

Back to top button