Polîtîk

Kişanak: Emerîqayê pirsgirêka Kurd baş fehm kiriye

Hevseroka BDPê (Partiya Aşîtî û Demoqrasiyê) Gultan Kişanak,  li serdana Emerîqayê vegeriya û hin agahî dan.

Hefteya çûyî heyetek ji BDPê, di nav de Hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş û Gultan   Kişanak, Parlemeneter Ahmet Turk û Nazmî Gur jî hebûn çûbûn Emerîqa, ji serdana Emerîqayê vegeriyan welêt.

Derbarê serdanê de hevseroka BDPê Gultan Kişanak raya giştî agahdar kir. Kişanak, “rêveberiya Washingtonê ji Tirkiyê di mijarên wek zimanê zikmakî, maweya girtina drêj û demokratîkbûnê de gavan dipê. Emerîqa, li hember derketina xweseriya demoqratîk a Tirkiyê şaş bûne. Rayedarên Emerîqî ji ber siyaseta Tirkiyê a derbarê Suriyê de nerehetin.”  

Kişanakê vegot ku, bi alîkarê Wezîrê Karêderve yê Emerîqayê Philip Gordon û bi hinek senator û saziyên ramanê re hevdîtin pêk anîne, û wisa dewam kir,” Emerîqa pirsgirika Kurd baş fehm kiriye. Wek berê, bi“pirsgirika şidetê” mêze nakin. Dibêjin, PKK perçekî pirsgirêka Kurd e û ger pirsgirêk çareser bibe PKK jî wê  hel bibe. Emerîqa temamî resma mezin êdî hîn baş dibîne. Di hevdîtinan de PKKê pirr hindik cih girt.” 

Back to top button