Nivîsar

Her der Roboskê ye

Westabin, têk jî çûbin, xwe winda jî hîs bikin, bitenê jî mabin, jiyan didome.

Em behsa Roboskiyan dikin…

Roboskiyên ku beriya 126 rojan bira, zaro, mêrên wana ji aliyên balafirên F-16yan ve hatin kuştin…

Gotin ev çawa çêbû?

Tisssss.!

Gotin ev çima çêbû?

Qezaya operasyonê.

Mirovahî bona xeletiyên xwe xweşik nişan bide, pir zîrek e. xisarek asayî (Collateral Damage), qezaya operasyonê. Qezayên wisa normalin, carna artêşa me tiştên wisa dike. lê em li pişta artêşa xwe ne.

Tu lêborîn nexwestin, berpirsiyaran eşkere nekirin, ev bû 126 roj li rûyê me dinerin. Û bona êşa dilê Roboskiyan zêde bikin jî, bi vê qanî nebûn.

Beriya sê rojan Tahîr Encu yê ku kurê meta xwe winda kirî vedibêje: ‘ez niha hatim li ba we dirûnim. Birayê min jî dixwest were vira. Ji gundên me gellek kesan dixwest werin, lê nikarin werin.’

Çima?

‘Çawa me di gund de heps kirine. Derbarê 60 kesan de jêpirsîn hate vekirin. Jiber êrîşa li ser Qeymeqamê Qilebanê. Li ne jiber sucê ‘heqareta li memûrê dewletê’. Jiber qestî kuştinê’ û jiber endamtiya rêxistinê. Ma niha ev heq e? Jiber yê diderkevin derveyê gund tên binçavkirin, tu kes nikare ji gund derkeve. Lê mirovên min ên ciwan hene. Dixwazin herin Stenbol, Enqere û vê bûyerê jibîr bikin. Nabe. Paşê jî şaş dibin.’

Ji çi re?

‘Derketina çiyê re!  Gava em vê dibêjin, serê me dikeve belayê. Lê rastî ev e. Ezê vê bejim. Ciwab dibêjin ‘Em li vira asê man.’ Çare nema. Nexwe em derkevin serê çiyê. Ciwan vê dibêjin. Me ev heq e?’

Na, wisa asê kirina mirovan ne heq e, ne wîjdan e.

Hinê ji we dê bejin ‘ne ewan jî êrîşê qeymeqam kiribû.’ Hêrsa mezlûm heye. Di dîn de jî heye. Bidin hişên xwe. Hestî û çermê xizmê we bi kurtanê hêstiran ve bimîne, hûnê çi bikin?

Nivê Roboskê bombe kirin, nîvê din jî heps kirin. Li ber çavan. Ber bi gotinên ‘heke me vê bûyerê jibîr bikin, bila dilê me ziwa bibe.’

Yanî dewlet: hem hêzdar hem jî sûcdar e. Ew qas hêzdare, şuna birînê baş bike, kûrtir dike, birîndarê dadxwaz bêdeng dike. TMK(Qanûna bi teror re tekoşîn) ji malbatên zarokan tezmînet dixwaze. Ji ber ku kevir avêtiye wesaîta dewletê, dewlet ji malbata M.B yê 2 hezar û 950 lîre pere dixwaze. Wateya dewletê dibe; bi pere û ceza terbiye kirina miletekiye. Di dawiyê de dewlet vê dibêjê kurdan: tu ji min mafên xwe yên heyî ên jî dê ezê bidim, dixwazî? Roboskê bîne bîra xwe û aqlê xwe bînê serê xwe! Delwet dibêje: her der Roboskê ye, derketin tune ye. Belê li ber çavên me hemûyan vê dibêje dewlet.

Ezgî Başaran/Radîkal 

(Xeberenkurdi.com)

Back to top button