Bayik: Muhatab Ocalan, PKK û BDP ye
Cemîl Bayik: Li hemberî polîtîkayên dewletê, di mehên havînê de wê berxwedaneke fedayî a mezin derxine holê.
Endamê rêvebira konseya KCKê Cemîl Bayik, nerazîbûnên xwe yên di derbarê cemaeta Fethullah Gulen de, ji ANFê re eşkere kirin û hinek îdiya anîne rojevê. Bayik got:
– Rêxistineke îstixbaratê a cemaeta Gulen a cûda heye. Di her qadê de û qada îstixbaratê de jî wek dewleteke alternatîf dixebitin. Belgeyên van di destê tevgera azadiya Kurd de hene.
Cemîl Bayik di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
– Di navbera AKPê, a ku di pêşengiya Erdogan de gewdeyê esas teşkîl dike, û cemaeta Gulen de her tim pirsgirêk derketine. Tê zanîn di navbera Erbakan û Fethullah Gulen de jî her tim pirsgirêka rû dabû. Erbakan, rêberekî îslamparêz bû û siyaseteke hîn serbixwe û li hemberî rojava a bi mesafe dikir. Fethullah Gulen, di serî de kesekî ku bi Emerîka re têkildar e. Di nav komeleyên têkoşîna dij komûnizmê de ku giraniya van CIA e, peywir girtiye. Gulen, tarîqet û cemaeta xwe gorî siyaseta Emerîka şekilandiye. Eniya Erdogan-Gul, ji xêza Erbakan dûr ketin û nêzika Emerîka û Rojava bûn ku, ev jî nêzikbûna Fethullah Gulen e. Her du aliyan jî, ji bo ku dewletê bixînine destên xwe, bi hevkarî bi hev re îtifak kirine. Deshilatdariya hikumeta AKPê, encama vê îtifakê ye. Jixwe Emerîka desthilatdariya AKPê peşirandiye. Ji aliyê Amerîka ve pejirandina hikumeta AKPê, tê wateya îtifaka Gulen a bi vê hikumetê re ye.
Bayik, di mijara muhatabiyetê de jî got:
– Bi derxistina pêş a hinek Kurdan, bi derxistina televizyon û rojnameyan û bi beşdarkirina civînan kes nabe muhatab. Muhatab Ocalan e, muhatab PKK ye, muhatab BDP ye. Ev eşkere ye.