Bizava bazirganî di navbera Îraq û Tirkiyeyê
Zefer Çaglayan wezîrê abûriyê Tirkiyeyê di derbarê tîkeliyên abûrî û bazirganî yên di navbera herêma Kurdistan-Îraq û Tirkiyeyê de got:
– Di sê mehên yekem yên îsal de, bizava bazirganî di navbera her du aliyan de, miqayse digel par, ji %41 zêde kiriye û gihaye 2.5 milyar dolar. Pêşveçûna abûrî, xelik û bazirganên her du welatan zêdetir li hev nêzîk dike. Nuha berhemhênerên tirkî berê xwe daye bajarê Mûsil. Pêwîste di ware bazirganî, bank û enerjiyê de, hevahengiyeke xurt hebe.
Wezîrê abûriyê yê hikûmeta Tirkiyeyê got jî ku ji sala 003ê were bazirganiya navbera Îraq û Tirkiyey gihaye 11.3 milyar dolaran:
– Nuha li Îraqê 1200 kompaniyên tirkî hene ku, ji wan 500 kompanî li bakurê Îraqê karê hilbirînê dikin
Serokê bereyê Tirkmenî di daxuaniyekê de behsa rewşa aloza Îraqê îmkanên ragehandina serxwebûna Kurdistanê kir û got ku, eger dewleta kurdî bê ragehandin, tirkmen wê dewletê qebûl nakin û dê ji xwe re herêmeke taybet bi tirkmenan ava bikin.
Erşed Salihî serokê Bereyê Tirkmenî li Îraqê ji ajansa Cîhaniya Tirkî re got:
– Hikûmeta Malikî (serokwezîrê Îraqê) ber bi rijêmeke diktatorî ve dice, ev yek jî wusa dike ku kirîza siyasî kûrtir bibe. Eger aliyên îraqî li ser çareseriya kirîzê lihev nekin, hinge dê kirîzeke mezin li welêt dirust dibe. Pêwîste serokmarê Îraqê hemû aliyên siyasiyên îraqî li se masa diyalogê bicivîne. Dibe ku piştî vê kirîzê bereyê kurd, sine û şîye dirust bibe, em weke tirkmen bi tu awayî naçin nav tu bereyekî.
Serokê Bereyê Tirkmenî got:
– Eger piştî vê kirîzê dewleteke kurdî ava bibe, em weke tirkmen di nav wê dewletê de cî nagirin. Me cografiyaya xwe heye ku jêre dibêjin herêma Tirkmenlî. Em dê bi hemû hêza xwe taybetmendiya herêma xwe biparêzin.