Polîtîk
Diçe Tirkiyeyê
Berpirsê ofîsa serokwezîrê Kurdistanê aşkere kir ku, di çend rojên bê de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê bi serdaneke fermî biçe Tirkiyeyê.
Serbaz Hewramî ji AKnewsê re ragihand ku, biryar e van nêzîkan Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî biçe Tirkiyeyê.
Hewramî bal kişand ku serdan li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê ye û dê çend rojan bidome, tê de Barzanî dê digel mezine berpirsên wî welatî civîn û hevdîtinan pêk bîne.
Hewramî got:
– Tirkiye welatekî girîng e li navçeyê û cîrana Herêma Kurdistanê ye, her wiha têkiliyên me yên asayî û baş digel wî welatî hene û normal e jî kar ji bo bihêzkirina wan têkiliyan bê kirin.
Hewramî amaje kir ku di çend rojên borî de, serokê Kurdistanê jî serdana Tirkiyeyê kiribû.